Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêvebirê Komeleya Parêzerên Hemdem (ÇHD) Barkin Timtik jî tê de 26 kesên ku ji cemgehê di serdegirtina polîsan de hatibûn binaçavkirin de biryara girtinê hat dayîn.
Di 15ê Kanûnê de li cemgeha taxa Kiraçê ya Esenyurta Stenbolê dema welatiyan merasîma teziyeyê lidar dixistin, polîsan avêtin ser wir û bombeyên gazê avêtin hundir û di encamê de 26 kesan desteser kirin.
Destpêkê de 6 zarok jî hatibûn binçavkirin û ew serbest hatin berdan. 26 kesên din jî piştî binçavkirina 5 rojan duh şevê sewqî dadhê hatin kirin.
Sûc: Ji bo kesê ku gumana endambûna rêxistinê li ser e merasîma bîranînê kirine
Li dadgehê hat gotin ku ew kesê ku ji bo wî merasîm hatiye lidarxistin, endamê rêxistinê ye û beşdarbûna wê merasîmê sûc e û bi vê îdiayê derbarê 26 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
“Di teziyê de polîsan êriş kirin û bombeyên gazê avêtin hundir”
Ji Komeleya Parêzerên Gel Aytaç Unsal got ku ew kesên ku di cemgehê de bûn bi avêtina bombeyên gazê ve hatin ji hundir hatin derxistin, hatin derbkirin û gefên kuştinê li wan hatin xwarin.
Parêzer Unsal got ku yek ji wan kesên binçavkirî kalekî 70 salî ye û nexweşê qansêrê ye û wiha got: “Wî kalê got ku wisa li hevserê wî yê miriye re dane xeberan û ya herî zora wî çûye ev bûye.”
“Yek ji wan kesên girtî jî ajokarê servîsê ye ku welatiyan wê wesayîtê kirê kiribûn û pê hatibûn teziyê. Dema ew ajokar li derê cemgehê li benda welatiyan bû hat binçavkirin. Dema derbarê wî ajokarê de biryara girtinê hat dayîn, giriya û got ku wî dengê xwe daye AKPê.”
“Polîsan çekan dirêjî me kirin û gotin ‘dewlet em in’”
Parêzer Timtik di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de wiha got:
“Oguz Meşe muwekîlê mîn bû. Piştî mirina wî di çarçoveya baweriya Elewîtiyê de di roja 7an de wê li Cemgeha Kiraçê merasîm bihata lidarxistin. Di 15ê Kanûna 2015an saet 13:30an de dema ez li derê cemgehê bûm, polîsan bi akrep û wesayîtên zirxî ve avêtin ser avahiya camgehê.
“Dema min dît kupolîs ber bi cemgehê ve hatin, ez çûme cem wan û min ji wan pirsî amîrê wan kî ye ka ez pê re biaxivim. Careke amîrê wan polîsan serê min kir binçengên xwe û talîmat da ku min binçav bikin. Polîsên din jî bi darê zorê min binçav kirin.
“Piştre ji min re gotin ku polîsan bombeyên gazê avêtine nav cemgehê. Kesên di hundir de bi lez xwe avêtine derve û piştre hatine binçavkirin. Ez dixwazin bila qeydên kamerayan were kontrolkirin.”
Timtik: 5 rojan li min îşekece kirin, ez dewîdar im
“Piştî ez hatim binçavkirin, min xistin minubusê, bi demirê çekan li min xistin, ji min re dan xeberan û gotin “Xwe ker bike. Bila deng ji te derneyê. Em dewlet in.”
“Dema min birine emniyetê jî polîsekî çevîk serê min danî sen qenepeyê û kulman avêt. Polîsek din çek dirêjî min kir. 5 rojnan îşkence li min kirin. Ez marûzê xeber û heqaretan hatim. Ez gilîdarê polîsan im.”
(AS/YO)