Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Rojnamevan û nivîskar Husnu Mahallî ku 2 roj berê li mala xwe ya Stenbolê hatibû binçavkirin û piştî dozgeriyê sewqî dadgehê hatibû kirin, derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn.
Rojnameger Husnû Mahalli ku di 13ê Kanûna 2016an de hatibû binçavkirin, bi îdiaya “heqaretê li serokwezîr kiriye” ve hat girtin.
Mahalli nexweşê tansiyonê û MSê ye. Dema binçavkirî bû nexweşiya wî zêdetir bû û wî rakiribûn nexweşxaneyê.
(HK/YO)