Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan îro destê sibehê avêtin ser mala Berpirsê Rêxistina Pîr Sûltan Abdalê û Serokê Cemgeha Sultangaziyê Zeynel Odabaş û wî desteser kirin.
Lijneya Rêveberiya Cemgeha Pîr Sûltan Abdalê ya Sultangaziyê jî daxuyanî da ku derbarê binçavkirina Zeynel Odabaş de ti agahî nehatiye dayîn.
“Gotin heta 5 rojan ti tiştek nepirsin”
Derbarê mijarê de Sekretera Giştî ya Pîr Sûltan Abdalê Fatma Karabulut got ku emniyetê derbarê sedema binçavkirina Zeynel Odabaş de ti agahî nedaye wan.
Karabulut destnîşan kir ku polîsan di saet 4.30ê sibehê de avêtine ser mala Odabaş de, di lêgerînê de ti tiştek nedîtine û ji malbata wî re jî gotine ku “heta 5 rojan neyên neçin û ti tiştek nepirsin.”
Fatma Karabulutê ragihand ku polîsan gotine ku wî dibin Emniyeta Esenlerê lêbelê wan tespît kirine ku ew ne li wir e û îhtîmaleke zêde wî birine Vatan Emniyetê.
“Bi vî awayî hewl dan ku hemû elewiyan dîl bigrin”
Li gorî nûçeya Alevinetê Lijneya Rêveberiya Cemgeha Pîr Sûltan Abdalê ya Sultangaziyê derbarê binçavkirina Zeynel Odabaş de daxuyanî da û wiha hat gotin:
“Serokê Cemgeha Sultangaziyê Zeynel Odabaş ku Berpirsê Rêxistina Cemgeha Pîr Sûltan Abdalê ye jî, îro di saet 4.30ê sibehê de di serdegirtina mala wî de hatiye binçavkirin.
“Em bi ti awayî li hemberî vê bêhiqûqiyê serî natewînin. Di şexsê Zeynel Odabaş de hewl dane ku hemû gelê elewî dîl bigirin.”
“Em lkigel serokê xwe û berxwedana mafparêziya elewiyan in. Em elewî ne, em mafdar in û em ê bi ser kevin.”
(EKN/YO)