Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Roja şemiyê li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê li dijî şaredariyan operasyon hat kirin.
Di operasyonê de Hevşarerdarên Çelê Hîlal Duman û Servet Tunç, Cîgira Hevşaredara Geverê Adile Kozay û Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz hatin binçavkirin.
Hevşaredarên ku ji malên xwe hatin binçavkirin birine emniyetê û polîsan li avahiyên şarerdariyan lêgerîn kirin.
Adûle Kozay di 15ê Mijdara 2015an de piştî ku Hevşaredara Geverê Rûken Yetişkin ji wezîfeyê hat hildan, weke cîgira hevşaredar hatibû bijartin.
Di vê demê de hêjî 47 hevşaredarên DBPî girtî ne û li 36 şaredariyên DBPiyê qayûm hatine tayînkirin.
(ÇT/YO)