Ji bo Tirkiya nûçeyê
Sibe wê sala îlankirina qedexeya li Sûrê temam bibe ku hêjî dewam dike.
Li 6 taxên Sûrê ku gelek berhemên kevnare û dîrokî û Mînareya Çarling ku Tahir Elçî li ber hatibû qetilkirin jî tê de ne, gel bi darê zorê hat koçberkirin.
Derbarê herêma ku ti kes li wir nehiştine û hatiye hilweşandin de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ji bianet’ê re axivî.
“Gel neçar ma û koç kir”
Ji ber ku devera Mînareya Çarling ku Tahir Elçî li ber wê hatibû kuştin ji çûn hatinê re hatiye girtin, daxuyaniya ji bo bîranîna Elçî 10 mêtro dûrî wir hat dayîn.
Parêzer Ozman got ku li 6 taxên Sûrê, qedexeya ku di 2ê Kanûna 2015an de hatibû îlankirin hêjî dewam dike:
“Ew qedexeya ku dewam dike wê sibe sala wê temam bibe. Mînareya Çarling jî di nav w3e herêma qedexekirî de ye. Yanê çûn hatina wir qedexe ye.
“Di pêvajoya pevçûnan de hemû welatiyên ku li wê taxê dijiyan, koç kirin. Piştî meha Adarê ti kesek di wê taxê de nema."
“Sûr bingeha Amedê ye”
Ozmen derbarê bandora qedexeyan ya li ser Sûr û Amedê de wiha got:
“Navçeya Sûrê dîroka bi hezaran salan di nav xwe de dihewîne. Bingeha Amedê ye. Mixabin di pevçûnan de hilweşandineke çandî û dîrokî pêk anîn.
“Piştî tehrîpkirina mezin, avahî û kargeh atin hilweşandin. Em baş pê dizanên ku hilweşndineke mezim diqewime. Em vê yekê ji kamyonên molozbarkirî dizanin.”
“Em li benda encama doza li dijî biryara destdanîna ser mal û milkên Sûrê ne”
Ozmen bibîr xist ku dozên wan ên ji bo rakirina qedexeyan hatine redkirin û got: “Me di her daxuyaniyên xwe de got ku qedexeyên ku yek salek e dewam dikin bêhiqûqî ye û me xwest ku were rakirin.”
Ozmen diyar kir ku di 25ê Adarê de hat hilanîn ve ne tenê ji bo 6 taxên ku lê pevçûn hebûn, ji bo 16 taxên Sûrê bi lezgînî biryara destdanîna ser mal û milkan hat girtin.”
“Bi vê biryarê ve dewletê dest danî ser %82ê navçeyê. Me jî li dijî vê biryarê li Daîreya 6. a Dadgeha Şêwirê doz vekir. Doz bi gelek xeletiyên ûsilê ve didome.
“Hal ev e ku li gorî ûsûlê divê di meha Hezîranê de encama wê dozê diyar bûbûya. Em li bendê ne ku van rojan encam diyar be. Daxwaza me ya rawestandina biryarê jî hat redkirin.”
(AS/YO)