Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îdianameya derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gutan Kişanak de hat qebûlkirin û di doza hat vekirin de bo wê 230 sal ceza tê xwestin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 25ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û di 30ê Cotmehê de jî dadgehê derbarê wan de biryara girtinê da. Di 1ê Mijdara 2016an de li Şaredariya Amedê qayûm hatibû tayînkirin.
Îdianameya derbarê Gultan Kişanak ku Serdozgerê Amedê amadekiriye, ji hêla 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
Li gorî nûçeya xebatkarê DHAyê Felat Borzaslan, Kişanak bi van îdiayan tê sûcdarkirin: “"Rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye", "Bi rengekî bêçek tevlî meş û civînên li derveyî qanûnan bûye û tevî hişyariyan jî ji ber xwe ve belav nebûye" û 41 caran "propaganda rêxistinê" kiriye.
(NV/YO)