Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî ji beriya salekê li ber Minareya Çarling hat kuştin. Elçî dema hatî kuştin ji bo nîşandana zerera li Minareya Çarling bûyî daxuyanî dida.
Ahmet Ozmenê ku wek serokê Baroya Amedê yê nû hatiye hilbijartin, di 10ê Çiriya Pêşiyê de ji bianetê re li ser kuştina Tahir Elçîyî axivîbû.
Ozmenî eşkere kiribû ku di salekê de wek gumanbar îfadeya ti kesan nehatiye standin.
Bersûcê kuştina Elçîyî, E.Oyî îdia kiriye ku wî dîtiye Mahsûn Gûrkanî fîşekek li Tahîr Elçîyî daye.
Ozmenî li ser aghiyên li medyayê belav bûyîn got:
“Di medyayê de hin îfade belav bûn ku di lêpirsînê nebûn. Ji bo lêpirsînnameyê biryara nehênîbûnê nehatiye dayin. Rayedaran di hevdîtinên me de dîyar kirin ku wan hemî agahî û belge dane me. Lê digel vê yekê jî di medyayê de hat eşkerekirin ku hin şahidan bi nehênî îfade daye dadgehê.
“Yek ji kêşeyên bingehîn ên dadgehên Tirkiyeyê ew e ku cezayê gelek sûcan nayê dayin. Cezanedayina sûcan li ser doza Tahir Elçîyî jî wek ewrekî reş disekine.
“Divê bi delîlên berdest lêpirsîn dewam bike. Di dosyeya lêpirsînê de(lêpirsînname) navê ti bersûcan nîne.”
(AS/MB)