Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskar, zimanzan Necmiye Alpay ku beşdarê kampanyaya “Nobedariya Weşanê” ya ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bûbû, îro ligel Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya ve li 22. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê de hatin dadkirin.
Necmiye Alpay û Înan Kizilkaya di çarçoveya lêpirsîna derbarê Ozgur Gundemê de hatibûn girtinç. Her du jî îro beşdarê rûniştina dozê bûn.
Necmiye Alpay ku ji ber nûçeyên di 5ê Hezîranê de weşandî ve bi îdiayên “tehrîkkirina bo sûckirinê”, “pesna sûc û sûcdaran daye”, “propagandaya rêxistinê kiriye” tê dadkirin. Alpay di axavtina xwe ya parastinê de gotina Voltaire ya “Ez wekê we nafikirim. Lê ji bo ku hûn fikr û ramanên xwe bînin ziman, ez amade me ku canê xwe jî feda bikim.”
Necmiye Alpay: Ev doz doza Voltaire ye
Alpay di axavtina xwe ya parastinê de wiha got:
“Ez di dozekî din de jî têm darizandin û wekî ku hûn dibînin girtî me. Herdu jî dozên parastina azadiya îfadekirinê ne..
“Armanca min xwedîderketina li naveroka weşanê nîn e. Parastina xweîfadekirinê ye. Ev pêkanîna Voltaire ye û armanca nav û îmzedayîn bo parastina xweîfadekirinê ye.
“Ji ber tinebûna xweîfadekirinê, sosyalîzm hatiye hilşandin. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêka azadbûnê jî derxistiye holê û aniye aste îro. Dema zext û zordariyên li ser medya û xweîfadekirinê zêde bûne, parazvanên mafên mirovan serî li pêkanînên Voltaire kirine.
“Ji xwe di nav 24 saetan de gelek kesên ku helwestên wan ên siyasî cuda ne, beşdarbûna kampanyaya hevgiriyê qebûl kirine û bo rojekî bûne Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê. Ji ber ku xebatkarên vê rojnameyê êdî nedikarîn nefes hildin.
“Wezîfeya min a Bepirsbûna Waşana Giştî weke sembolîk bo rojekî bû. Me vê yekê tenê ji bo azadbûna medya û xweîfadekirinê kir. Ez ji ber ku di dozeke din de weke şêwirmend bûme hatime girtin. Li gorî min ev jî çewt e. Her du jî bo parastina xweîfadekirinê mînakê doza Voltaire ye.”
Kizilkaya: Sûcême helwesta me ya rexnegir e
“Em di rojnameya xwe de nûçeyên ku kesek nade bi awayekî rexneyî yan jî bi awayekî soqê da. Bi taybetî jî armanca me piştî 7ê Hezîranê nêrîna yek derbas kirin bû. Bi awayekî rexneyî nêrîn hem di warê hiqûqî hem jî di warê mirovî de mafek e. Bila rojnamegerên herî baş ên cihanê bên û binêrin. Hke di nûçeyekî de kêmasiyek hebe ez ê hemû sûcdarkirinan qebûl bikim. Me daxuyaniyên rayedarên KCK'ê da. Beriya 7'ê Hezîranê hemû saziyên çapemeniyê li Qendîlê kamp danîn. Yenî Şafak jî di nava wan de bû. Îro girtina me ji ber muxalîfbûna me ye. Me li wir rojnamegerî kir."
Kizilkaya bal kişand li ser pêkûtiyên li ser çapemeniyê û wiha got: "Dema ku li Enqereyê zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin Sedat Peker gote dê xwîn biherike. Kesekî ev gotin bi kar anî niha li derve ye lê ji ber ku min rojnamegerî kiriye ez li hundir im."
Piştî parastinan dozger mutala da û xwest ku doza ku Alpay û Kizilkaya tên darizandin bi doza esasî ya Ozgur Gundemê ve bê yekirin û ji bo vê nivîs ji 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê şandin.
Dadgehê rûniştina dozê taloqî 14ê Sibata 2017an kir.
(EA/YO)