Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Hevşaredarê Bedlîsê Nevîn Daşdemir Dagkiran û Huseyîn Olan hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku Olna û Daşdemir-Dagkiran di çarçoveya operasyona li dijî PKKê de hatine binçavkirin.
Polîsa hê jî li avahiya şaredariyê ne û lêgerîn dikin.
Tê zanîn ku di encama hilbijartinên dawî de DBPê li 10 bajaran serkeftî bû şaredariyên wir bi dest xistibû. Heta niha ji bilî Agiriyê, li dijî hemû şaredariyên DBPî operasyon hat lidarxistin û li 8 şaredariyan qayûm hat tayînkirin.
40 hevşaredarên DBPî girtî ne
DBPê di encama hilbijartinên 2014an de li 106 bajêr, navçe û qezayan serkeftî bû û şaredaeriyên wir bi dest xistibû.
Heta niha 8 jê yên bajêr li 34 şaredariyên DBPî qayûm hatin tayînkirin.
Niha (24ê Mijdarê) 40 hevşaredarên DBPî hatin girtin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak jî di 21ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin û hêjî binçavkirî ne. Piştî desteserkirina Ahmet Turk, li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qayûm hat tayînkirin.
(NV/YO)