Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî parêzbendiya Parlementera Wanê ya HDPê Tûba Hezer hat rakirin Serdozgeriya Wanê derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Hezer di 1ê Îlona 2015an de li Dêrsimê beşdarê merasîma cenazeya Sidika Yildiz bûbû û di 21ê Sibatê de jî çûbû teziyeya Raperîn Zinarê TAKî. Herwiha di merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û di çalakiyên şermezarkirinê yên 15ê Sibatê de axivî bû. Serdozgeriyê Wanê van hemû kiriye mijara lêpirsînê.
Li gorî îdianameya hatiye amadekirin, derbarê Hezer de bi îdiya “endamê rêxistinê ye”, “propagandaya rêxistinê kiriye”, “bi awayekî bê hiqûq tebli meş û çelakiyan bûye” cezayê muebeta girankirî û ji 18an heta 48 salan cezayê hepiskirinê tê xwestin.
Îdiname ji hêla 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin.
Serdozgeriyê derbarê Tûba Hezera ku li derveyî welêt e de biryara girtînê dabû.
Derbarê Geverî de jî muebet tê xwestin
Duh jî derbarê Parlementerê Wanê yê HDPê Adem Geverî de bi îdiaya di axavtinên xwe yên demên cuda de “propagandaya rêxistinê kiriye” cezayê muebeta girankirî û heta 35 salan cezayê hepiskirinê tê xwestin.
Serdozgeriya Wanê axavtinên Geverî yên di 28ê Îlonê, 18ê Adarê û 27ê Nîsanê de kiriye mijara lêpirsînê û îdianameyê amade kiriye û 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê wê îdinameyê jî qebûl kiriye.
(YY/YO)