Ji bo nûçeya Îngîlîzî Tirkî bitikîne
Turîstê Alman Leonard Viohl li Stenbol Tarlabaşiyê ji ber ku di bêrika wî de kaxiza li ser “Free Demirtaş” nivîsî bû hatiye dîtin, rastî êrişa polîsan hat.
Viohl ji bianet’ê re axivî û got ku polîsan wî birine odeyeke piçûk yê apartmanekê, li wir jê re dane xeberan, heqaretan lê kirine û piştî derbkirinê wî bêyî binçavkirinê serbest berdane.
Viohl dema bûyerê makîneya dengqeydkirê ku li cem bûye vekiriye û kirinên polîsan qeyd kiriye. Di wê qeydê de polîsan dibêjin “Free Demirtaş haa? Keko! Kî vê kaxizê daye te?” û piştre dest bi dijûn û derbkirinê dikin. Polîsan bi Tirkî û Îngîlîzî dibêjin “Demirtaş terorîst e, tu jî terorîst î.” “Tu çima hatî Tirkiyeyê? Ti him tirkî nizanî him jî têyî Tirkiyeyê. Gelo tu ajan î? Tu tirkî nizanî. Ez ê di q... te nim.”
Turîst Viohl got: “Min ewil fêm nekir ka bo çi min serbest berdan. Lê ez bawerkim ji ber pasaporta min a Almanyayê û bêyî ti hincet nexwastin min binçav bikin û serê xwe têxin belayê.”
“Roja ku parlementerên HDPê hatin girtin min li ser kaxiza nivîsî ‘Free Demirtaş’ û min wan belav kir”
Viohly ku niha li Almanyayê ye, yên ku hatine serê wî wiha anî ziman:
“Ev bûyera ez behsê dikim şeva 4ê Mijdarê roja Înê pêk hat. Ez li Beyogluyê li hosteleke dimanyam. Parlementerên HDPê hatibûn girtin û min wan nûçeyên rûreşiyê xwendin. Min li ser hin kaxizan “Free Demritaş (Ji Demirtaş re Azadî)” nivîsandin û min biryar da ku ez ê van kaxizan li cihê ku ez jî derbas dibim ve daliqînim. Saet dora 8an bû. Piştre ez zivirîme hostelê. Dema ez derbarê vê de bi hevalê xwe re diaxivîm, xebarkarên hostelê ji min re gotin ku ji ber vê yekê divê ez miqatê xwe bim ku li derdor gelek polîsên sivîl hene.
“Ez û hevaleke xwe yê Îranî dora saet 11an çûne Tarlabaşiyê. Ew ji ber karê xwe ji min qetiya. Ez jî serê kolanê li benda wî bûm û min cigarekê vêxist. Di wê demê de 5-6 kesên sivîl dora min girtin û nasnameyên xwe yên polîsbûnê nîşanê min dan. Li pasaporta min nihêrîn û ji min pirsîn ka ez li vir çi dikim. Min jî got ku ez li benda hevalê xwe me.”
“Ji min re gotin terorîst, ajan”
“Ji wan yekî destê xwe avête bêrika min ji wê kaxizên ku li ser “Free Demirtaş” dinivisî û ji xwe yek tenê mabû derxist. Wê demê rewş dijwartir bû û min weke “terorîst” û “ajantiyê” sûcdar kirin.
“2 ji wan tûkê erdê dikir û bêhnteng bûn. Li rexê me apartmaneke hebû û di qata binî de odeyeke vala bû. Min birine wir. Dema ez çûm min dît ku kesekî din jî anîne wir û bêrik û ser wî kontrol dikin. Ez bawer im ku li ser min medeyên tevker (esrar-kokaîn) digeriyan.
“Dema min teredut kir ku ez biçime hundir, peyînan li çokên min dan. Ez çawa ketime hundir li min xistin. Dixwestin ku min bitirsînin. Li rûyê min, nava çavên min dixistin. Ji min re digotin “terorîst”, “ajan” û Who is Demirtaş (Demirtaş kî ye?)”.
“Qer dikirin û digotin ‘Demirtaş kî ye’”
“Ez matmayî li ber dîwarê mabûm. Min hewl da ku ez bêhna wan fireh bikim, wan ji min re digot “Demirtaş kî ye?” min jî got “Ti kes nîn e”. Lê wan dest lêdanê kirin. Kulmeke zexm li zikê min xistin.
“Li her cihê min nihêrîn, berikên min vala kirin. Lê ti tişteke nedîtin. Pasaporta min dîsa dane min. Min lêz kir û ez ji wir dûr bûm.
“Ez matmayî mabûm û gelek hêrsa min hatibû. Min dikir ku ez rojeke şûnde ji Tirkiyeyê biçim. Lê roja piştî min mirovê gelek qedirbiha nas kirin. Li ser wê yekê ez 1.5 hefte li Tirkiyeyê mam. Wan hêviyek mezin da min ku her çiqas di bin gefxwarinên mezin de bin jî li Tirkiyeyê hêjî hêzên demokratîk hene.”
(ÇT/YO)