Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku ji wezîfeyê hatibû hildan û Hevşaredarê Şaredariya Artûklûyê Emîn Irmak hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku Ahmet Turk ji mala xwe, Emîn Irmak jî li şaredariyê hatine binçavkirin.
Tê zanîn ku di 17ê Mijdarê de Ahmet Turk ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin, wezaretê dest danîbû ser şaredariyê qayûm lê tayînkiribû.
Herwiha 38 hevşaredarên DBPî niha girtî ne û di zindanan de ne.
(ÇT/YO)