Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Ali Bul û Nûrhayat Altun hatin girtin. Ji xeynî wan di operasyonên duh de 10 siyasetmedarên kurd ên din jî hatin girtin û wan şandin girtîgehê.
Li Dêrsimê duh Hevşaredar Mehmet Ali Bul û Nûrhayat Altun, Endamê Meclisa Şaredariyê Cemîle Ataş, Endamê Meclisa Partiyê ya HDPê Alî Ekber Kaya, Serokê EMEPê yê Dêrsimê Mustafa Taşkale, Serokê Rêxistina HDPê yê Dêrsimê Aslan Çag, Serokê Rêxistina DBPê ya Dêrsimê Mûrat Polat, rêvebirên HDPê ya rêxistina bajêr Huseyîn Dagdeviren û Yaşar Agin, endamê ESPê Hakan Kavut, Serokê Genel Işê ya Şaxa Dêrsimê Şukran Yilmaz, Nûnerê BESê ya Dêrsimê Mûsa Kiliç duh di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Herwiha Şaredar û Parlementera Dêrsimê ya berê û Edîbe Şahin jî duh li Stenbolê hate binçavkirin.
Li Sêrtê jî polîsan avêtin ser mala Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û wî binçav kirin.
14 siyasetmedarên kurd ku hatin binçavkirin duh derengê şevê bi îdiya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
Piştî ku Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan hat girtin, Alîkarê Waliyê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin weke qayûm li şaredariyê hat erkkirin.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPê kuı hatine girtin, derkete 38an.
(ÇT/YO)