Ji bo nûçeya Tirkî/İngilîzî bitikîne
Aktîvîstê LGBTI Levent Pişkin ku parêzerê Selahattîn Demirtaş e 2 roj ewil di serdegirtina mala wî de li Stenbolê hatibû binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de wî birine Bursayê û ew îro sewqî dadgehê hat kirin.
Li gorî agahiyên ku Parêzer Meriç Eyupoglu parve kir, Pişkin piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî dadgehê hatiye kirin û dadgehê jî bi şertê kontrola edlî wî serbest berdaye.
Parêzer Rozerîn Seda Kip îro ji bianet’ê re axivîbû û got ku ji ber Levent Pişkin parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş e û bi xwe jî HDPî ye, derbarê wan xalan de pirsan jê kirine.
Çi bûbû?
Pîşkîn bûbû yek ji parêzerên Selahattîn Demîrtaşê hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP). Piştî vê yekê duhî serê sibeyê di siet 05.00ê ew hat desteserkirin.
Ji beriya ew bê desteserkirin li hin desgehên medyayê yên wek Takvîm, Sabah û Ulusal Kanalê nûçe hatin belavkirin û hat dîyarkirin ku Pîşkîn dê gotinên Demîrtaşî ji bo propagandayê bide kovarên Almanyayê.
Levent Pîşkîn kî ye?
Ew parêzerek e ku di heman demê de aktîvîstekê LGBTyê ye. Yek ji birêvebirên HDPyê ye. Li Zanîngeha Bogazîçîyê masterê dike.(ÇT/YO)