Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitkîne
Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun û Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan hatin binçavkirin. Polîsan îro destê sibehê avêtin ser malên wan hevşaredaran û piştî lêgerînê wan binçav kirin.
Li Dêrsimê ji bilî hevşaredaran Hevserokê Rêxistina HDPê ya Dêrsimê Arslan Çağ, Serokê Rêxistina EMEPê Mustafa Taşkale, Endamê PMê ya HDPê Ali Ekber Kaya jî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ew siyasetmedarên kurd ji ber girtina çalakiya rûniştinê û daxuyanîdayîna ji çapemeniyê re ya ji bo şermezarkirina Hevserokên Giştî yên HDPê Demirtaş û Yuksekdag li ber şaredariyê hatibû lidarxistin, hatine binçavkirin.
Di 28ê Cotmehê de li Şaredariya Sêrtê jî qayûm hatibû erkkirin. Îro jî Hevşaredar Tuncer Bakirhan hat binçavkirin. Tê zanîn ku siyasetmedarê kurd Bakirhan di çarçoveya dozên KCKê de hatib3u girtin û 1.5 di girtîgehê de mabû.
Heta niha 33 hevşaredarên DBPê hatine girtin û ew niha di zindanan de ne.
(ÇT/YO)