Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kêmendamên* ku nabînin dixwazin bi alfabeya girûz navê dermanan li ser qutiyên dermanan bêne nivîsîn.
Ji bo ku li ser qutiyan navên bi alfabeya girûz bê nivîsîn kampanyayek li ser change.orgê hatiye dest pê kirin.
Kampanyayê daye zanîn ku li tirkiyeyê 200 hezar kes nabînin. Heta niho 101 kesan îmze avêtiye kampanyayê.
Ew kesên nabînin nikarin bi serê xwe dermanên xwe bixwin. Şirketên dermançêkirinê li ser piraniya dermanan bi alfabeya girûz navan nanivîsin.
Ew kesên nabînin nikarin bizanin kîjan dermanên wan in û divê çi qasê ji dermana bixwin.
Bi tenê li hin herêman hin komên dermansazan li ser dermanan dinivîsin. Ew kesên nabînin mecbûr in ku bi serê xwe hin çareseriyan bibînin.
*Kêmendam: Ew kes in ku pêdivîyên wan ên taybet ji bo dîtin meşiyan û hwd hene.
(NV/MB)