Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cîgira Hevşaredarê Colemêrgê Fatma Yildiz bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hat girtin.
Hefteyek ewil Cîgira Hevşaredarê Colemêrgê Fatma Yildiz, Endamê Meclisa Bajêr Selahattîn Kurt, rêvebirê Rêxistina DBPê ya Colemêrgê Kenan Kaya hatibû binçavkirin.
Siyasetmedarên kurd piştî hefteyek sewqî dadgehê hatin kirin û derbarê wan de bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” biryara girtinê hat dayîn.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPê ku hatine girtin derkete 34an.
(ÇT/YO)