Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 10. rûniştina doza Nîhat Kazanhanê 12 salî ku li Cizîrê ji hêla polêsan ve hat qetilkirin de ku li 1. Dadgeha Cezayê Giran ya Cizîrê hat kirin de, biryar hat dayîn.
Ji Baroya Amedê û parzerê malbata Kazanhan Nahit Eren daxuyanî da bianetê û anî ziman ku çawa cezayê wî polîsê ji muebetê kirine 13 sal û 4 meh. Nahit Eren wiha got:
“Derbarê polîsê bi navê M.N.B ku bi awayekî girtî dihat dadkirin de dadgehê ewil bi hinceta “qestkirina kuştinê” ve biryara cezayê mubeta giran da. Piştre biryara guherand cezayê vegerand muebetê. Di dawiyê de bi hinceta ‘tahirkkirinê’, cezayê kirin 16 salan. Heyeta Dadgehê ji ber ‘di rûniştinên dozan de rewş û helwesta wî başbûye’ ve cezayê careke din kêmkir û anî ser 13 sal û 4 mehan.”
Polîsê bi navê M.N.B. li Enqerê girtiye û bi SEGBISê (tele konferans) tevli rûiştina dozê bû.
Polîsên bi navên U.I, G.T, O.Ç û H.V jî bi hinceta ‘sûcê ji personelên fermî re negotine’ ve dihatin dadkirin. Yek ji wan polîsan ji wê sûcê hat mehkûmkirin û derbarê wî de 5 meh cezayê hepskirinê hat dayîn. Lê biryara girtinê hat pêşweztkirin û ew jî nehat girtin.
3 polîsên din jî bi temamî hatin beraetkirin.
Eren: Derbarê ‘bi neheqî tehrîkkirin’ de ti delîl nîn e
Parêzer Eren wiha got: “Ev biryareke adil nîn e û di wicdana civakê de jî nayê qebûlkirin. Em ê biryarê temyîz bikin.
“Em ji destpêkê heta niha dibêjin ku ev cînayet bi qestî hatiye kirin. Em nirxandina “qesta dibe ku bibe (olasi kast)” û “bi nehneqî tehrîkkirin” qebûl nakin. Derbarê van de ti delîl jî nîn e. Em li bendê ne ku di biryara binasî de delîlên wê jî bên eşkerekirin.”
“Zarokekî 12 salî çawa dikare polîsan tahrîk bike?”
“Eger qestkirin nebe çima ew polîsan reviyan?”
Parêzer Nahit Eren destnîşan kir ku kuştina Nîhat Kazanhan di dîmenên kamerayê de jî bi zelal dixuyê û got:
“Di dîmenan de jî duxuyê ku Nîhat Kazanhan li hemberî polîsan ti tişteke nekiriye. Gelo çawa dikarin dîsa bvê biryarê bidin?”
“Herwiha ew polîsana piştî bûyerê ji wir direvin, ti mudaxeleyê li Kazanhan nakin û nabi nexweşxaneyê jî. Ev jî delîleke mezin e ku wan vê cîneyatê bi zanetî kiriye.
“Me delîlan jî dabû dadgehê ku ev cînayet bi qestkirina rastrast hatiye kirin.
“Eger dîmenên kamerayê nebûna dibe ku ev polîsana qet nedihatin dadkirin jî.”
Çi bûbû? |
Nîhat Kazanhanê 12 salî di 14ê Çileya 2015an li Cizîrê di encama gulereşana polêsan de hatibû kuştin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî kuştina Kazanhanî ragihandibû ku ti polêsekî ji wê bûyerê berpirsyar nîne, lêbelê dimenên kameraya polêsan ku di medyayê de hat belavkirin û derketbû holê bû ku Kazanhanî ji hêla polêsan ve hatiye kuştin. Roja bûyerê tîmê taybet ya bi navê H.V. di 29ê Çileya 2015an de weke bersûcê qetilkirina Kazanhan li Cizîrê hate girtin. Wî polîsî di îfadeya xwe de got ku polîsekî din Nîhat kuştiye û li ser vê yekê hat tehliyekirin. Piştî wê yekê derbarê 4 polêsan de doz hat vekirin. Polêsan di îfadeyên xwe de gotin ku ‘me nediye, nebîhîstiye û em nizanin’. Di encama rûniştina dozê polêsê bi navê M.N.G hatibû girtin. Polîsê bi navê H.V. di îfadeya xwe de gotibû: “Me texmîn nedikir ku kes ji vê dosyeyê were girtin.” |
(AS/YO)