Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 10ê Cotmeha 2015an de li Enqereyê li dijî mitînga aştiyê êrişên bombeyî pêk hatin û di encamê de 101 welatî hatin qetilkirin. Doza derbarê qetlîamê de didome û îro rûniştina sêyem hat dîtin.
3 bersûcên qetlîamê ku li Dîlokê di girtîgehê de ne îro ji bo rûniştina dozê anîn Enqereyê.
Rûniştina dozê li 4. Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê hat dîtin û bersûcan îfadeyên xwe dan û doz taloqî sibê saet 11:00an hat kirin.
Bersûcê got “me bi polêsan re selfie kişand”
Li gorî nûçeya Evrenselê bersûcê bi navê Yakup Şahin di rûniştina duh ya dozê de axivî 3u got ku ew roja qetlîamê weke kontrolkar hatiye Enqereyê, wî di rê de 2 caran dane sekinandin, piştî kontrola GBTê bi wesayîta duyem re hatine gel hev. Şahin diyar kir ku ew piştre bi xwarziyê xwe re vegeriyane Dîlokê û paşê jî li mala xwe ji hêla polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Wî got ku dema ew hatiye binçavkirin polîsan wî nebirine nezaretxaneyê, li cihê çayvexwarinê dane sekinandin û got:
“Polîsan ji min re gotin ku çend zarok mirine lê ne xem e û keniyan. Bi min re selfie kişandin. Yên li emniyetê gotin ‘wê Denîz Buyukçelebi û Ilhan Balli (serçeteyê DAIŞê yê Tirkiyeyê) carek din neyê Tirkiyeyê’. Li ser vê jî me karê bombeyê avêt ser Denîz Buyukçelebi.”
Bersûc diaxivin
“Yên ku ji wezaretê hatibûn, îfadeya ku ez li dozgeriyê bidim ji min re gotin”
Bersûcê bi navê Hakan Şahin di îfadeya xwe de wiha got:
“Di îdianameyê de tê gotin ku navê koda hkn a min e, lê ev yek nerast e.
“Behsa wesayîta ku di pêkanîna bûyerê de hatiye bikaranîn dikin. Apê min ji ber yeşîl kartê nikare li ser xwe wesayît bikire, ji ber vê min wesayîtê li ser navê xwe sitand. Min wê wesayîtê 2-3 meh ewil sitandibû. Lêbelê di îdianemeyê de tê gotin ku wesayît mehek beriya bûyerê hatiye sitandin.
“Di îdianameyê de tê gotin ku min ji DAIŞê meaş girtiye lê ev jî derew e. Ez dixwazim ku ev yek bi belgeyan were îspatkirin.
“DAIŞ kesên ku diçin dibistanan wekê muşrîk û kafir dibîne. Bo dibistanê wê çima pere bide min. Ev îdia nerast e.
“Ti eleqeya min bi xwekujên li Enqereyê re nîn e. Ew xwekujana bi texsiyê çûne cihê bûyerê.
“Beriya ku ez îfade bidim dozgerê, ji min re gotin ku eger ez wan îdiayan qebûl bikim piştî 3-4 mehan ez ê werim berdan. Ji ber vê min jî wan îdiyan li dozgeriyê qebûl kirin. Hin kesên ji wezaretê hatin girtîgehê jî û ji min re tiştên ku ez li dozgeriyê bînim ziman ji min re vegotin.”
“Heta ku xwekujên eses werin parastin, rê li ber ti êrişê nayê girtin”
Bersûc Îbrahîm Halîl Akçay: Di hejmara 16ê Nîsana 2016an ya rojnameya Cumhuriyetê de îstixbarata 9 xwekujan cih girtibû. Yek ji wan jî ez im. Ez girtî me.
“Dema min behsa bûyerê kir, dozgerî ji min re got ku bûyer gelek mezin e, sûcdar û bêsûc hemû dibe ku demek werin hepiskirin. Heta ku xwekujên eses werin parastin, rê li ber ti êrişê nayê girtin. Ez li fîrmayekê demeke dirêj xebitîm. Ti wextê min nîn ku ez bibim endamê rêxistinekê. Eger ez ev qas zêde tevli vî karê bibûma min her tiştî bi kesan neda kirin, min ê bi xwe bikira.”
Wekîlên muştekiyan ji dadgehê xwestin ku bersûcan bi awayekî cuda îfadeyên xwe bidin û dadgehê jî qebûl kir û li ser vê yekê bersûcên din serxistin derve.
“Di vê dosyayê de failê bûyerê nîn e”
Bersûc Resûl Demir: Ez qatilkar nîn im, sê roj in ji min re dibêjin qatil. Ez endamê ti rêxistinê nebûme û nabim jî. Ti pirsgirêka min bi makeqanûn û pergala Tirkiyeyê re nîn e. Ez naxwazim Tirkiye bibe weke Iraq û Afganistanê. Dema min bihîst ku Halîl Îbrahîm Durgun xwe teqandiye, min şoq derbas kir. Wî ji xwe pir hez dikir. Ez jî guman dikim êdî. Ez sûcdar nîn im. Beraeta xwe dixwazim. Xwadê jî dizane, hûn jî dizanin ku faîlê vê bûyerê di vê dosyeyê de nîn e.”
“Em bi malbatî tevli DAIŞê bûn”
Bersûc Haci Alî Durmaz: “Ez çûbûme Sûriyê. Piştî teqîna li Enqereyê, ez hatime Tirkiyeyê. Piştre careke din çûme Sûriyê û dîsa zivirîm Tirkiyeyê. Yekê kaskeke reş li serî min pêşwazî kir. Ez nizanim ka ew kes kî ye. Wî kesî min bire Dîlokê. Piştre min keskê xwe dît. Min digot qey kekê min li Îraqê ye û dema min wî dît ez matmayî mam. Piştre kekê min me bire maleke. Min ê li wê malê kincan bişûşta. Min nasnameya xwe li wir bîr kir. Piştre polîsan bi ser wê malê de girtine û nasnameya min jî li wir dîtine. Navê min bi vî awayhî ketiye dosyeyê. Xwezî ez neçûma wê malê.
“Em bi malbatî çûne Sûriyê û mebesta me ew bû ku em tevli DAIŞê bibin û li dijî PKKê şer bikin. Ez demeke zêde li kampan nemame. 15 roj li kampeke DAIŞê mam û ketim perwerdehiyê. Lêbelê ez di tu pevçûnê de nebûme. Tenê min nobetan digirtin.
“Ew wêneyên ku di dosyeyê de tê gotin ku aydî min e, derew û îftîra ye. Meydan tijiye FETOyî. Dibe ku ew îftîrayê li min bikin.
“Ez beriya wê de jî li Sûriyê tevli El Nusrayê bûbûm. Li hemberî rejîma Esad min nobetan digirtin.
“Piştre hevaleke min ê li war gazî min kir ku ez tevli DAIŞê bibim. Û li ser wê yekê ez jî tevli DAIŞê bûm.
“Ez û kekê xwe piştî vê malê, em li ciheke din diman. Me şevekê dît ku tîmên taybet ber bi me ve tên. Min hewl da ku ez birevime jor. Piştre kekê min bombeya ku li xwe girêdabû teqand. Min nizanibû ku li ser kekê min bombe girêdayî ye. Piştre jî ez bi xwe teslîm bûm.
“Navê kod ya Mervan a min e.
“Min û kekê xwe me cihên xwe diguheranin û em li malên cuda cuda de disekinîn. Pereyê birê min zêdebû. Ew pereyên li gel wî ji hundir (Sûrî) dihat. Ez nizanim ka kî jê re dişand. Ji Sûriyê hin kesan pere dianî û dataniya cem zêrfiroşekê û birê min jî diçû ji wir hildida.
“2 birên min, 2 jinbirên min û diya min tevli refên DAIŞê bûn. Di malbata me de cara yekem ez tevli DAIŞê bûm. Kekê min Yunus Durmaz piştî min tevli bû. Ji ber ku ez birayê Yunus Durmaz im, ji min re jî dibêjin bombekar. “
(BK/YO)