Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
‘’Ne bi tenê min, wan kesên dî yên [polîsan] ew desteser kiribûn jî heta em gihan nexweşxaneyê lêdan xwar. Ji ber ku wan dizanî ez kurê Hûda Kayayê me wan pirtir biriya xwe da min. Hem dema ez hatîm desteserkirin, hem di rêya nexweşxaneyê de, hem di rêya qereqolê de, hem jî li qereqolê min lêdan xwar...’’
Kurê Hûda Kayayê, Cîhad Ebrarî ji bo protestokirina girtina parlamenterên HDPyê beşdarî xwenîşandanekê bûbû, di xwenîşandanê de polîsan lê daye û ew desteser kiriye. Cîhar Kayayî tiştên hatîn serê wî ji bianetê re gotin.
Kayayî got serê morika pişta wî ya L4ê şkestiye.
Muhammed Cîhad Ebrarîyî tiştên hatîn serê wî ji bianetê re got:
Desteserkirina wî
‘’Xwenîşandana jinan bû, em mêr têneketin di nava komê de em li rexê bûn.
‘’[Polîsan] piştî xwenîşandanê dest pê kirin ku mêrên li dora xwenîşandanê desteser bikin.
‘’Hinek jin li dijî desteserkirinan derktin, dêya min jî yek ji wan jinan bû. Da tiştek ji dêya min neyê ez li rexa wê bûm.
‘’Çendcarekê [polîsan] dehf li wê dan lê cara paşiyê polîsan rasterst mûdaxaleyî wê kirin, ez çûm di nava wan de û wan ez desteser kirim.
Desteserkirin
‘’Di dema desteserkirinê de û di rêyê de bi dewamî min lêdan xwar.
‘’ez gelek digel wan kesên hatîn desteserkirin nemam lê bûm şahidê wê yekê ku polîsan ew li dîwaran didan û ferman li wan dikir ku rûnin û rabin.
Di rêya nexweşxaneyê de
‘’ Hem dema ez hatîm desteserkirin, hem di rêya nexweşxaneyê de, hem di rêya qereqolê de, hem jî li qereqolê min lêdan xwar.
Li nexweşxaneyê
‘’Di nexweşxaneyê de, polîsan ez kelepçe kirin. Di gel ku hestiyê min şikestî bû jî polîsan xwestin min bi tirimbêla xwe bibin qereqolê.
‘’Piştî nîvro polîsan ji nifşkê ve kelepçeya min ji min vekir û min paşê zanî ez serbest hatime berdan. (EKN/MB)