Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê Parlementerê Amedê yê HDPê Îdrîs Baluken ku ew jî destê sibehê hatibû binçavkirin de, dadgehê biryara girtinê da.
Îdrîs Baluken şandin Girtîgeha Çewlikê.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir bi bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Îdrîs Baluken hat girtin. Derbarê Hevserok û parlementerên HDPê yên din de îfadedayîn û rûniştina dozê dewam dike.
(YY/YO)