Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevşaredarên Pirxûsê ( Ovakişla) Servîn Karakoç û Ahmet Demir di 11ê Cotmehê de hatin binçavkirin û piştî 22 rojan derbarê wan de biryara girtinê hat dayîn.
Pirxûs qezayeke girêdayê navçeya Xelatê ya Bedlîsê ye. Piştî hevşaredarên Pirxûsê hatin girtin îro Qaymeqamê Xelatê Bulent Tekbiyikoglu weke qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.
Bi vê yekê ve hejmara şaredariyên DBPê ku lê qayûm hatine tayînkirin gihişte 28an.
(EA/YO)