Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamena Ewropayê biryar girt ku Xelata Azadiya Fikr û Raman a Saxarov bidin keçên êzidî Nadia Mûrad û Lamiya Beşar. Mûrad û Beşar Ji ber hewldanên wan ên derbarê jinên êzidî de hêjayî dayina xelatê hatine dîtin.
Serokê Koma Lîberal û Demokratên Parlamena Ewropayê Guy Verhofstadt li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Nadia û Lamiya her dû jinên xwedî îlham ku li hemberî hovîtiyeke ketûberî, lehengiyek û mirovahiyek fewqulade nîşan dane. Ji ber hêjayî Xelata Saxarov a 2016an hatine dîtin ez serbilind im."
Nadia Mûrad ku weke Balyoza Dilpak a Neteweyên Yekgirtî hatibû hilbijartin, di sala 2014an de li gel Lamiya Beşer, nêzîkî Şengalê ji destên DAIŞê rizgar bibûn. DAIŞê li gundê Koço yê Mûrad û Beşarê qetlîam pêk anîbûn.
Ji bo xelatê rojnamegerê tirk Can Dundar û serokê berê yê meclîsê û serokê Tatarên Qirimê Abdulcemil Kirimlioglu jî namzet hatibûn nişandan. Xelat wê di 14ê Berfenbarê de bê pêşkêşkirin.
(ÇT/YO)