Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komaleya Mafê Mirovan daxuyand ku li girtîgehan 905 girtiyên nexweş hene û rewşa 323 girtiyan giran e û daxwaz kir ku ew demildest serbest werin berdan.
Komisyona Girtîgehan a İHD şaxê Stenbolê, bi mebesta Roja Mafên Nexweşan a Cîhanê li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê.
Li ser navê komisyonê endama komisyonê Mine Nazarî daxuyanî xwend û daxuyaniya xwe de balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyê de.
Li gorî daxuniya KMMê, di girtîgehan de 323 ji wan giran, bi temamî 905 girtiyên nexweş hene.
Di daxuyaniya KMMê de hat diyarkirin ku hemû kes ji tenduristî û jiyana girtiyên nexweş berpirsiyar in û di serî de Serokomar Yildirim û Serokwezîr Erdogan bang li rayedaran kirin ku girtiyên nexweş serbest berdin.
(AS/YO)