Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Di Doza Zirveyê de biryar hat dayîn.
Dadgehê derbarê Emre Gunaydin, Abuzer Yildirim, Hamit Çeker, Salih Gurler û Cuma Ozdemir de ji ber li qetilkirina Tilman Ekkehart Geske, Necati Aydin û Ugur Yuksel bi hinceta “qetilkirina bi pilankirî” ve cezayê muebeta 3 caran da. Lêbelê ti kes nehat girtin.
Parêzer Mehmet Ali Koç derbarê biryara dadgehê de ji bianet’ê axivî û got: “Ne hewce bû ku dadkirin 9 salan bidome. Kesên ku derbarê wan de cezayê muebetê hat dayîn, ji xwe nehatine girtin jî.”
Rûniştina 115. ya dozê li 1. Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê hat kirin. Gumanberên negirtî albay Mehmet Ulger, Serbaz Haydar Yeşil, Wezîfedarê Perwerdehiya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Meletiyê Ruhi Abat, Murat Gokturk, Abdullah Atilgan, Adem Gedik, Huseyîn Yelki, Levent Ercan Gelegen û gumanbarên Emre Gunayin Abuzer Yildirim û Salih Gurler ku bi biryara kontrola edlî kelepçeyên elektronîk li wan hatine daliqandin beşdarê dozê bûn.
Dadgehê di rûniştina dawî de biryara xwe da.
Biryar
*Derbarê Emre Gunaydin, Abuzer Yildirim, Hamit Çeker, Salih Gurler û Cuma Ozdemir de bi hinceta “kuştina bi awayekî pilankirî” cezayê muebeta 3 caran hat dayîn.
*Orgeneral Hurşit Tolon, Ruhi Abat, Murat Gokturk, Mehmet Çolak, Abdullah Atilgan, Varol Bulent Agar, Huseyîn Yelki, Ilker Çinar, Adil Akçay, Adem Gedik, Levent Ercan Gelegen, Aykut Saka, Kurşat Kocadag, Mehmet Gokçe ji ber sûcên “endamê rêxistina terorê ne” beraet bûn.
*Bi hinceta “îxlalkirina veşartîbûna ragihandinê” û “di belgeya fermî de serxtekarî” derbarê Albay Mehmet Ulger de 13 sal û 9 meh, derbarê Serbaz Haydar Yeşil de 14 sal û 10 meh û 22 roj cezayê hepiskirinê hat dayîn.
Koç: Dewletê dîsa rêxistin nedît
Parêzer Koç ragihand ku biryara dayî bi ti awayî cih de nîn e û wiha got:
“Eger doz 9 sal ewil bi dawî bûbûya wiha nedibû. Ji bo edaletê hêviya 9 salan bi dawî bû. Sûcdarên qatil negirtî hatin darizandin. Derbarê wan de biryara girtinê jî nehat dayîn. Wekê her bûyerê nijadperest de dewletê li vir jî biryara “rêxistin nîn e” da. Gelek zelal e ku ev cînayet bêyî navtêdana dewletê nebûye û ti lêpirsîneke têr û tijî jî pêk nehatiye.
Mehmet Ali Koç got ku ew ê biryarê temyîz bikin.
(EA/YO)