Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Konfederasyona Sendîqeyên Kedkaran (KESK) bi daxwaza kedkar û karmendên ku bi KHKên (Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de) ku piştî OHALê ji kar hatin dûrxistin bila wezîfeyên wan were îadekirin biryar da ku li her deverê Tirkiyeyê çalakî lidar bixin.
KESKê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê ji 29ê Îlonê roja Pêncşemê şûnde li kargeh û qadên bajêran dest bi çalakiyan bikin. Wê di 12ê Cotmehê de ji gelek bajêran ber bi Enqerê ve meş were lidarxistin.
Bernameya çalakiyan
Bernameya çalakiyên KESKê bi vî rengî ye:
*Ji bo kedkarên ku ji kar hatine avêtin wê li her deverê Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyê were lidarxistin.
*Wê ji 29ê Îlonê heta 12ê Cotmehê li kargeh û qadên bajêran danezanên bi navê “Em li kar û siberoja xwe xwedî derdikevin”, “Em ê vê êrişa giran pûç bikin” werin belavkirin.
*Wê di 1ê Cotmehê de li navenda KESKê daxuyanî ji çapemeniyê re were dayîn.
*Di 5ê Cotmehê de bo wesîleya Roja Mamosteyên Cîhanê bi beşdarbûnên ji gelek bajaran li wê li ber Wezareta Perwerdehiyê çalakiya rûniştinê were kirin.
*Wê 1-2 û 6-7-8ê Cotmehê de bi taybetî li bajarên ku zêdetir jikardûrxistin pêk hatiye li gelek deverên Tirkiyeyê civînan bên lidarxistin.
*Di salvegera Qetlîama 10ê Cotmehê de wê li her deverê Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê werin lidarxistin.
*Di 12ê Îlonê de kedkarên ji gelek bajaran wê ber bi Enqereyê ve bi rê kevin û dê 15ê Cotmehê de li Enqereyê daxwazên xwe înin ziman.
(UB/YY/YO)