Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
IHD(Komeleya Mafên Mirovan) ji bo rakirina Rewşa Awarte û betalkirina qanûnên di wê demê de dest bi kampanyayeka îmzekomkirinê kir.
IHDyê îro dest bi kampanyayê kir û li bajarên Amed(Diyarbekir), Stenbol, Enqere, Edene û Hatayê daxuyaniyên li ser kampanyayê da xwendin.
Daxwaznameya ku îmze lê tê komkirin ji bo Serokatiya Parlamentoyê hatiye nivîsîn.
Piştgirên Kampanyayê: Weqfa Mafên Mirovan(TIHV), Komeleya Dadnasên Azadîxwaz(OHD), Parêzerên Azadîxwaz ên Demokrat(ODAV), Jora Bijîşkên Stenbolê, Hevgiriya LGBTIyê ya Stenbolê û Hêvî LGBT.
40 hezar desteserkirin, 20 hezar girtin
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin:
‘’Li gor daneyên rayedarên dewletê eşkere kirîn, hejmarên her ku diçe zêde dibin ev in:
40 hezar kes hatine desteserkirin, 20 hezar kes hatine girtin, 80 hezar kes ji karî hatine bidûrxistin. 45 rojname, 24 radyo, 18 TV, 15 kovar, 29 weşanxane û sê ajansên nûçeyan hatine girtin.
100 rojnameger hatine desteserkirin 37 rojnameger hatine girtin. Ji bo 27 şaredariyan qayûm hatine rêkirin.
‘’Digel ku di 17ê Tîrmehê de hemî hewildanên ji bo derbeyê hatine sekinandin jî, ti sebebên îlankirina Rewşa Awarte di 20ê Tîrmehê de nînin.
‘’Meşrû û mafdar jî be...’’
‘’Di Halê Awarte de jî çênabe mafên bingehîn bêne binpêkirin.
‘’Ji bo hiqûqa navneteweyî yek tiştên hewce ew e ku divê standardên li hiqûqa navneteweyî hatîn qebûlkirin bêne domandin. (AS/MB)