Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rûniştina doza derbarê Arzû Demir de ku ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' hatiye vekirin, îro li 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat kirin.
Parêzerên Arzû Demir gotin ku piştî 1.5 sal pirtûk derketiye paşê derbarê de doz hatiye vekirin û ev yek li gorî şertê Qanûna Çapemeniyê çewt e.
13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ji bo derbarê esasê dozê de mutala were amadekirin û pêşkêşî dozgerê komarê were kirin rûniştina dozê taloqî 8ê Mijdarê kir.
Çi bûbû?
Derbarê Arzû Demir de ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' doza hatibû vekirin.
Rojnamevan Demir bi 'propaganda rêxistinê', 'pesindayîna sûc û sûcdar' û 'teşwîqkirina ji bo sûcê' tê sûcdarkirin.
Di dema lêpirsînê de parastina Demir nehatibû girtin û yekser doz lê hatibû vekirin. Lewma, Demir wê di rûniştina sibe de cara yekem xwe biparêze.
Di gilînameyê de, tevî îdîaya 'Propaganda PKKê kiriye', her wiha ji bo hevpeyvînên wê tê gotin, 'aktûel nîn e û raya giştî eleqedar nake'.
Pirtûka ji hevpeyvînên bi 11 gerîlayên jin pêk tên, di Mijdara sala 2015an de ji aliyê Weşanên Ceylanê ve hate çapkirin.
15ê Adara 2016an de 3. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê pirtûkê di biryara hevdanê dabû û piştî çapa 7. pirtûk hatibû hevdan.
Arzu Demir kî ye?
Di sala 1974an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Yildiz Teknikê beşa Endezyariya Derdoriyê qedend. 17 sal in rojnamgerî dike.
Ji ETHA (Ajansa Nûçeyan a Etnikê) û ANFê (Ajansan Nûçeyan a Firatê) re dixebite. Di nav 46 rojnamegerên kurd ku ji ber doza “KCK Basin”ê tên dadkirin de ew jî heye.
Pirtûkên wê: Medreseden 5 Nolu'ya Nuri Yoldaş, Dağın Kadın Hali, Devrimin Rojava Hali
(ÇT/YO)