Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
21 piştî qetilkirina Apê Mûsa (Mûsa Anter-1992) de doz hat vekirin û wê dozê bi ya JÎTEMê re kirin yek. Di çarçoveya wê dozê de 16 kes tên dadkirin û 11. rûniştina dozê duh 6. Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê hat dîtin.
Di rûniştina duh de Veli Kuçuk jî bi SESBISê weke “şahid” îfade da.
Velî Kuçuk derbarê qetilkirina Mûsa Anter de got: “Min jî vê agahiyê ji çapemeniyê bihîst. Wekî dî agahiya min ji ti tiştekê nîn e.”
Veli Kuçuk îdia kir ku ti eleqeya wî bi JÎTEMê re nîn e û pirsa ‘’Agahiya te jê heye bê ka ev weke peywirdarên dewletê xebitîne yan na’’ jî wiha bersivand: “Li Tirkiyeyê min komên îstîxbaratî çêkirin, piştî demekê hatin feshkirin. Min ava kir lê ji hêla Serekerkaniyê ve hatin feshkirin. Min ne JITEMê, Fermandariya Îstîxbarata Jandarmayê ava kir.”
Dadwer gotina bersûcê Erngenekonê Arîf Dogan ku gotibû ‘’JITEM min ava kir’’ bibîr xist, Kuçuk got: “Arîf Dogan ne di teşkîlata min de bû. Tiştekî dî ava kiribe nizanim.’’
Doz taloqî 28ê Kanûna 2016an hat kirin.
(AS/YO)