Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derbarê Arzû Demir de doza ku ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' hatiye vekirin, sibe 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê dest pê dike.
Rojnamevan Demir bi 'propaganda rêxistinê', 'pesindayîna sûc û sûcdar' û 'teşwîqa ji bo sûc' tê sûcdarkirin.
Di dema lêpirsînê de parastina Demir nehatibû girtin û yekser doz lê hatibû vekirin. Lewma, Demir wê di rûniştina sibe de cara yekem xwe biparêze.
Di gilînameyê de, tevî îdîaya 'Propaganda PKKê kiriye', her wiha ji bo hevpeyvînên wê tê gotin, 'aktûel nîn e û raya giştî eleqedar nake'.
Pirtûk di çapa 7. de hat hevdan
Pirtûka ji hevpeyvînên bi 11 gerîlayên jin pêk tên, di Mijdara sala 2015an de ji aliyê Weşanên Ceylanê ve hate çapkirin.
15ê Adara 2016an de 3. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê pirtûkê di biryara hevdanê dabû û piştî çapa 7. pirtûk hatibû hevdan.
Arzu Demir kî ye?
Di sala 1974an de hatiye dinê. Li Zanîngeha Yildiz Teknikê beşa Endezyariya Derdoriyê qedend. 17 sal in rojnamgerî dike.
Ji ETHA (Ajansa Nûçeyan a Etnikê) û ANFê (Ajansan Nûçeyan a Firatê) re dixebite. Di nav 46 rojnamegerên kurd ku ji ber doza “KCK Basin”ê tên dadkirin de ew jî heye.
Prtûkên wê: Medreseden 5 Nolu'ya Nuri Yoldaş, Dağın Kadın Hali, Devrimin Rojava Hali
(ÇT/YO)