Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Tarafê yê berê Ahmet Altan çend roj ewil di çarçoveya “Lêpirsîna li dijî Rêxistina Fetullahiyên Teror (FETO/PDY) yên kesên di medyayê de” hatibû binçavkirin û piştre wî serbest berda bûn. Altan duh êvarê careke din hate binçavkirin
Ahmet Altan ku îro sewqî dadgehê hatibû kirin bi îdiaya “teşebus kiriye ku hukimeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake û endamê rêxistina terorî ye” biryara girtinê hat dayîn.
Sûc: “Derbarê derbekirinê de dayîna peyama sublîminal”
Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Tarafê yê berê Ahmet Altan çend roj ewil di çarçoveya “Lêpirsîna li dijî Rêxistina Fetullahiyên Teror (FETO/PDY) yên kesên di medyayê de” hatibû binçavkirin û piştre wî serbest berda bûn. Altan duh êvarê careke din hat binçavkirin.
22 ê Îlonê de 10. Dadweriya Sulh Cezayê ya Stenbolê derbarê Mehmet Altan de bi îdiaya “Teşebus kiriye ku hukimeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake û endamê rêxistina terorî ye” biryara girtinê da.
Serbest hatibû berdan
Dadgehê bi şertê kontrola edlî Ahmet Altan jî serbest berda û çûyîna wî ya derveyê welêt jî qedexe kir.
Piştî serbestberdana Ahmet Altan dozgerê komarê îtiraz kir û li ser vê yekê 1. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê wî de biryara girtinê da.
(HK/YO)