Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Tarafê yê berê Ahmet Altan çend roj ewil di çarçoveya “Lêpirsîna li dijî Rêxistina Fetullahiyên Teror (FETO/PDY) yên kesên di medyayê de” hatibû binçavkirin û piştre wî serbest berda bûn. Altan duh êvarê careke din hat binçavkirin.
Piştî serbestberdana Ahmet Altan dozgerê komarê îtiraz kir û li ser vê yekê 1. Dadgeha Sulh Cezayê derbarê wî de biryara girtinê da.
Altan duh êvarê hat binçavkirin.
Çi bûbû?
Nivîskar-rojnameger Ahmet Altan û birayê wî Prof. Dr. Mehmet Altan ku di 14ê Tîrmehê de beşdarê weşana Can Erzincanê bûbûn û bi hinceta di axavtinên xwe de “derbarê derbekirinê dayîna peyama sublîminal dane” ve di 10ê Îlonê de hatibûn binçavkirin.
10. Dadweriya Sulh Cezayê ya Stenbolê derbarê Mehmet Altan de bi îdiaya “Teşebus kiriye ku hukimeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake û endamê rêxistina terorî ye” biryara girtinê da.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî Ahmet Altan jî serbest berda û çûyîna wî ya derveyê welêt jî qedexe kir.
(NV/YO)