Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hikûmetê dema hatina rapornivîsê îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî bi paş de da.
Rapornivîsê NYyê Méndez, dê di 10-14ê Çiriya Pêşiyê de bihatiya Tirkiyeyê hatina wî heta demekê nedîyar hat paşdedan.
Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li malpera xwe ya fermî da zanîn ‘’paşdedana demê hêvîyên wan şikênandin.’’
Mêndezî got: ‘’ez dizanim ku ji ber tiştên di vê dawiyê de diqewimin hikûmet divê bala xwe bide ser gelek tiştan lê bipaşdedana demê, peyameka dî dide.’’
‘’Di Rewşa Awarte de jî mafên bingehîn nikare bêne paşguhkirin’’
Juan E. Mêndezî da zanîn ku di dema Halê Awarte de jî qedexeya îşkenceyê û mafên dî yên bingehîn çênabe bê paşguhkirin.
‘’Ji bo parastina mafê îşkencenedîtinê, baştirîn rê ew e ku li navendên desteserkirinê çavdêriyeka bêalîyane bê kirin. Ji bo mijareka ev çend hessas ti caran demekê gelek baş dê nebe.’’
(AS/MB)