Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Amerîkayê ji bo êrîşa roja duşemê li Helebê li konvoya Neteweyên Yekbûyî hatî kirin Rûsyayê tewanbar dike.
Li ser navê Rûsyayê wezîrê karên derve, Sergey Lavrov ji bo Rossia 1ê axivîye û gotiye:
‘’Artêşa me, hêza me ya asîmanî ne li wê herêmê bû. Çênabe hêza asîmanî ya Sûriyeyê jî li wê derê be. Ji ber ku êrîşa li konvoyê hatî kirin di tarîyê de hatiye kirin. Balafirên Sûriyeyê di şevê de nikarin bifirin. Wan îmkanên welê nînin. ‘’
Qesra spî: an Sûriye an jî Rûsya...
Li ser navê Amerîkayê du rayedaran ji BBCyê re dane zanîn ku dema konvoy bi pêş diket du balafirên Rûsyayê yên SU-24 bi ser wan re firiyane.
NY: em nikarin bibêjin êrîşeka ji asîmanan bû
Neteweyên Yekbûyî eşkere kiriye ku wan derfetên dîyarkirinê nînin ku bibêjin êrîş ji asîmanan ve bûye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Çal çênebûne
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daye zanîn ku li cihê êrîş hatîn kirin tesîrek mezin li wesayitan hatiye kirin lê ti çal li erdê çênebûne ev yek diyar dike ku êrîşek ji asîman ve hatiye kirin.
Çi bûbû
NYyê da zanîn ku êrîş li konvoya wê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de agahiyên berfireh nehatine dayin.
Li gor BBCyê yek ji wan kesên mirîn berpirsê Heyva Sor a Sûriyeyê ye û ji 31 erebeyên alîkariyê 18 hatine tinekirin.
Navenda Alîkariya Mirovî ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye û nêzîkî muxalifên Sûriyeyê ye da zanîn ku di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û balafirên Rûsyayê êrîş kiriye.(HK/MB)