Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
“Xelatê Tucholskyê” ji hêla Sweden PENê ve tê dayîn û Asli Erdogan hêjayê wî xelatê hat dîtin.
Asli Erdogan di Lijneya Şêwirê ya Ozgur Gundemê de cih digirt û ew ji 19ê Tebaxê vir ve girtî ye.
Hat ragihandin ku ew ji ber “nivîskariya wê ya nû û zimanê wê yê ku li dijî girtîmayîna di rastiyên piçûk de bi kar tîne” hêjayê xelatê hatiye dîtin.
Xelatê Tucholsky ji 1984an vir ji hêla PENê ve ji bo bîranîna nivîskarê Alman Kurt Tucholsky ku ji destê Naziyan reviye Swedenê û pişt re xwe kuştiye ve tê dayîn.
Ew xelat ji nivîskarên ku li welatê xwe di bin zext û zordariyê de ji bo azadî û aştiyê têkoşînê didin re tê dayîn.
Asli Erdogan kî ye?
Ji Lîseya Amerikan Robertê û Zanîngeha Bogaziçiyê destûr girt. Mastera xwe li CERNê (Conseeil Europeen pour la Recherche Nucleaire) kir. Li Rio de Janerioyê dest bi doktorayê kir lê perwerdehiya xwe berda û dest bi nivîskariyê kir. Di sala 1994an de pirtûka wê ya yekem derket.
Deutsche Welleyê di sala 1994an de pêşbaziya çîrokan lidar xist û di wê pêşwaziyê de çîroka Erdogan ya Teyrên Texte (Tahta Kuşlar) di encama nirxandinê de weke çîroka yekemîn hat bijartin û bi 9 zimanî jî hat çapkirin.
Romana wê ya bi navê ‘Kirmizi Pelerinli Kent’ (Bajarê bi Pelerina Sor) li Noreveçê weke pirtûkên sereke hat bijartin.
Çiroka wê ya bi navê Girtî (Mahpus) li Fransayê kirine fîlm.
Herwiha di sala 2010an de hêjayî Xelatê Yunus Nadiyê (Mucizevi Mandarin), di sala 2011an de jî hêjayî Xelatê Sait Faik Abasiyanik (Taş Bina) hat dîtin.
Asli Erdogan beriya niha nivîskara rojnameya Radikalê bû niha jî nivîskara Ozgur Gundemê ye.
(NV/YO)