Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Nûçegîhanê DÎHAyê Feyyaz Imrak li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Antalyeyê piştî rûniştina duyem a dozê ku hat tehliyekirin.
Imrak di heman demê de xwendekarê Zanîngeha Akdenizê a beşa Ragihandinê ye. Ew di 11ê Sibata2016an de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin.
Ji 15ê Sibatê vir ve girtî bû
Feyyaz Imrak ku di heman demê de li Zanîngeha Akdenizê xwendekarê beşa Ragihanddinê ye di 11ê Sibatê de li gel 27 kesan ve hatibû binçavkirin û 11 ji wan kesan zarok bûn.
Imrak piştî îfadedayîna li emniyetê sewqî Dadgeha Antalyayê hat kirin.
Di 15ê Sibatê de bi hinceta “endamê rêxistinê ye” ji hêla dadgehê ve hat girtin. Dadgehê nûçe û daxuyanidayînên ku wî şopandibû jî ji bo girtinê kirin hincet.
Imrak dema li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtî bû derbarê wî de ji ber parvekirinên di medyaya civakî de bi hinceta “heqaretê li serokomar kiriye” doz hat vekirin.
Imrak dema protestoyên li Zanîngeha Akdenizê dişopand polêsek êrişî wî kir û pozê wî şikand û ew polês bêyî girtinê tê dadkirin. Imrak 24 salî ye û 3 sal in nûçagihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ye.
(HK/YO)