Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dayîkên Aştiyê wê di 24ê Îlonê de cara 600. bi pankarta “Yên winda diyar in, faîlên wan li ku ne?” li Qada Galatasarayê bin.
Dayîkên Aştiyê bi daxwaza “Kuştinên di bin çavan de bila bi dawî bibin, aqûbetên windayan bila were eşkerekirin, berpirsên wan bila bên dîtin û dadkirin” ji bo heftaya 600. bangewaziya hevgiriyê kirin.
Komîsyona KMMê: Di 24ê Îlonê de li cihê ku hûn lê ne
Komîsyona Li Dîjî Kuştinên Di Bin Çavan De ya KMMa Stenbolê bi vîdeoyek bang kirin ku her kes ji bo heqîqet, edalet û aştiyê di 24ê Îlonê de bi awayekî yekdem piştgiriyê bidin Dayîkên Şemiyê.
Ji gelek deverên dinyayê çalakiyên piştevaniyê
Di 24ê Îlonê de li Almanya, Switzerland, Fransa, Sweden, Belgium, Amerîka, Finlandiya, Kanada û Avusturyayê wê bi awayekî yekdemî çalakiyên piştevaniyê bêne lidarxistin.
Yekîtiya Hêzên Demokratîk ya Britanyayê di 24ê Îlonê roja Şemiyê saet 12an de li Qada Trafalgarê wê çalakî lidar bixe.
Li Plaza de Mayoyê hevgiriya bi Dayîkên Şemiyê re
Dayîkên Plaza de Mayoyê jî peyama piştevaniyê ji Dayîkên Şemiyê re şandin:
Vîdeoya Hevgiriyê
Ûmît Kivanç jî ji bo Hefteya 600. vîdeoyeke bo bangewaziyê amade kir:
Cumartesi Anneleri 600. hafta from ümit kıvanç on Vimeo.
(BK/YO)