Ji nûçeya Tirkî bitikîne
Rûniştina dozên 19 Berpirsên Giştî yên Ozgur Gundemê dest pê dike. Wê vê hetfteyê rûniştina dozên derbarê Ayşe Duzkan, Ragip Duran û Faruk Eren pêk were.
Heta 8ê Cotmehê wê 12 rûniştinê dozan pêk werin.
Ji bo hevgiriya bi rojnameya Ozgur Gundemê ku hatibû girtin kampanyaya “nobedariya weşanê” hatibû kirin û gelek nivîskar, rojnameger û aktîvistên mafên mirovan ji beşdarbûna wê kampanyayê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” wê werin dadkirin.
Dadgeh û dîrokên dozanü
Duzkan û Duran di 20ê Îlonê de li 13. Dadgeha Cezayê yê Stenbolê, Serokê Giştî yê Sendîqeya DÎSK Basin-Îşê Eren jî di 22ê Îlonê de li 14. Dadgeha Cezayê ya Stenbolê wêrin dadkirin.
*Rojnameger Ertugrul Mavioglu wê di 29ê Îlonê de 14. Dadgeha Cezayê Giran were dadkirin.
* Rojnameger Celal Başlangiç wê di 4ê Cotmehê de 14. Dadgeha Cezayê Giran were dadkirin.
* Rojnameger Fehîm Işik wê di 6ê Cotmehê de 14. Dadgeha Cezayê Giran were dadkirin.
* Rojnameger Yildirim Turker wê di 6ê Cotmehê de 14. Dadgeha Cezayê Giran were dadkirin.
*Aktîvîsta Mafê Mirovan Ayşe Batumlu di 13ê Cotmehê de li 22. Dadgeha Cezayê Giran yê Stenbolê were dadkirin.
* Rojnameger Îhsan Çaralan wê di 25ê Cotmehê de 14. Dadgeha Cezayê Giran were dadkirin.
*Aktîvîstê Mafê Mirovan, rojnameger û Direktorê Heqîqet, Dad û Navenda Bîreweriyê Murat Çelikhan wê di 27ê Cotmehê de li 13. Dadgeha Cezayê Giran were dadkirin.
*Parlementera HDPê yê berê û akademîsyen Beyza Ustun wê di 27ê Cotmehê de li 13. Dadgeha Cezayê Giran yê Stenbolê were dadkirin.
*Parazvanê Mafê Mirovan Celalettîn Can wê di 1ê Mijdarê de li 13. Dadgeha Cezayê Giran de were dadkirin.
*Seroka THÎVê Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê û Raportorê Çavderiya li Medyayê ya Bianetê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn wê di 8ê Cotmehê de li 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê werin dadkirin.
Rojên dozên derbarê Kemal Can, Oncu Akgul û Cengiz Baysoy hêj nehatine diyarkirin.
Înan Kizilkaya di her dozê de tê dadkirin
Înan Kizilkaya ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê rojnameyê de hatibû girtin ji 20ê Îlonê şûnde di heman dozan de weke gumanbar dê were dadkirin.
13 kes gazî îfadedayînê hatin kirin
Herwiha rojnamegerên Mehmet Guç, Faruk Balikçi, Pîrê Elewî Hasan Hayri Şanli û hundermend Deniz Turkalî jî ku beşdarê kampanyayê bûbûn, gazî îfadedayînê hatin kirin.
Kesên weke Şêwirmenda Projeçêkirinê ya bianet’ê Nadire Mater, rojnamegerên Hasan Cemal, Tugrul Eryilmaz, Hasan Huseyîn Tahmaz û Dicle Anter, Kordînatorê Giştî yê Ozgur Radioyê Derya Okatan Berpirsê Weşanê yê Haberda.comê Said Sefaoglu, nivîskar Murat Uyurkulak û Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda HDPê Çilem Kuçukkeleş jî beriya niha gazî îfadedayÎnê hatin kirin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/YO)