Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh şevê di saet 20:30an de li Çiyayê Tendurekê li nêzî gundê Gokçebulakê navbera hêzên PKKê û TSKê de şer derket.
Walîtiya Agiriyê daxuyand k udi encama şerê derketî de 7 cerdevan, 3 leşker û welatiyeke sîvîl hatin kuştin, 3 leşker û 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gorî nûçeya AAyê cerdevaneke berê jî xwestiye ku biçe cihê bûyerê û li dijî wesayîta wî jî êrişa bombeyî hatiye kirin û ew hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya DHAyê di 2ê Îlonê de di navbera navçeyên Çaldiran û Bazîdê de navbera hêzên PKKê û tîmên taybet de şer derketibû di encamê de 9 leşkerû 3 jî cerdevan hatibûn kuştin.
(EA/YO)