MEB: 11 hezar û 285 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) di parbekirina li sert hesabê xwe yê twitterê de got: “11 hezar û 285 karmend ku têkiliya wan bi rêxistina terorî re henei ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”
![MEB: 11 hezar û 285 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/178/569/original/meb.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) daxuyand ku 11 hezar û 285 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
MEBê daxuyaniya xwe di twitterê de parve kir.
Bölücü terör örgütü bağlantılı 11 bin 285 personel açığa alındı.
— MEB (@tcmeb) 8 Eylül 2016
Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê ya bi hejmara 672an ve zêdetirî 40 hezar kes ji wezîfeyê hat,n dûrxistin. Bi hejmara 28 hezar û 163 kesan ve herî zêde karmendên ji MEBê ji kar hatibûn avêtin.
(BK/YO)