Ji nûçeya Tirkî / Îngilizî bitikîne
Piştî hewldana derbeya leşkeriya 15ê Tîrmehê di çarçoveya operasyonên li dijî Cemaeta Fetullah Gulen de li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di nav wan 25 kesan de Alîkarê Serokê Giştî yê ÇHDê (Komeleya Hiqûqnasên Hevdem) Munip Ermiş, endamê berê yê ÇHDê Hakan Evcin û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Antalyayê Lider Tanrikulu jî hene.
Endamê Rêveberiya ÇHDê Hadi Cin destnîşan kir ku ti eleqeya wan 3 kesan bi Cemaeta Fetullah Gulen re nîn e.
Hadi Cin ku bi dozger re jî axivî ye wiha got: “Min ji serdozger re got ku eleqeya wan 3 kesan bi ti rêxistinê re nîn e û vê yekê jî li Antalyayê her kes dizane. Divê ev lêpirsîn û operasyonên pêk tên nekin genî.”
Li malê wan parêzeran lêgerîna polêsan dewam dike. Ji ber biryara derbarê wan de, wê piştî lêgerînê werin binçavkirin.
(NV/YO)