Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan(IHD) di sala paşiyê de li herêmên derketina derve lê hatine qedexekirin, 320 kes hatine kuştin ku 75 ji wan zarok in.
Komeleya Mafên mirovan Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên Ji 24ê Tîrmeha 2015ê Heta 24ê Tîrmeha 2016ê- eşkere kir.
Bi temamî 1552 kes mirin
Rapor Serokê Berpirsiyarîya Amedê ya IHDyê, Racî Bîlîçîyî xwend û dîyar kir li dema pêvajoya aştiyê binpêkirina mafên mirovan kêm bûbû, dema şer û pevçûnan mafên mirovan pirtir hatine binpêkirin.
‘’Li gor daneyên me bi dest xistîn ji polîs, leşker, cerdevan, çekdarên rêxistinê û sivîlan, ji 24ê Tîrmeha 2015ê heta 24ê Tîrmeha 2016ê 1552 kes mirine, 1683 kes birîndar bûne.’’
Binpêkirinên mafên mirovan yên ji bianetê û desgehên medyayê hatîn komkirin weha hatin dîyarkirin:
Înfazên bê dad û pirs
*Cara pêşiyê di 16ê Tebaxa 2015ê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê derketina derve hat qedexekirin, paşê ya kêm li 35 navçeyên bajaran derketina derve hat qedexekirin. Di operasyonên leşker û polîsan de li gor bûyerên hatîn tespîtkirin, 320 sivîl hatine kuştin ku 75 ji wan zarok in.
*Ji 320 sivîlan hinekan ji ber ku bi hêzên parastinê re şer kirine hatine kuştin hinek jî li cihê derketin qedexe nexweş bûne nekarine xwe bigihînin nexweşxaneyan mirine.
Şerên Çekdarî
*Di salekê de 422 endamên hêzên ewlehiyê[yên Tirkiyeyê] mirine û 1065 kes jî birîndar bûne.
*614 çekdarên rêxistina çekdar mirine û 17 çekdar jî birîndar bûne.
*Li cihên şer lê heyîn, 42 sivîl mirine û 75 sivîl birîndar bûne.
*Bi çalakiyên rêxistina çekdar 34 sivîl mirine, 175 sivîl birîndar bûne.
Desteserkirin, girtin, îşkence û mûameleya xerab
*Di dema desteserkirinê de li 286 kesan, li derve li 161 kesan, cerdevanan li 4 kesan û li girtîgehan li 103 kesan îşkence û mûameleya xerab hatiye kirin.
*Hêzên ewlehiyê[yên Tirkiyeyê] 31 kes bi kuştinê tehdît kirine.
*7 hezar û 884 kes hatine desteserkirin ku 275 kes ji wan zarok in. 1959 kes hatine girtin ku 81 ji wan zarok in.
*Hêzên ewlehiyê[yên Tirkiyeyê] bi ser 4 hezar û 223 mal û kargehan de girtine. (AS/MB)