Mitîngên Aştiyê ya 1ê Îlonê li Antalya û Êlihê hatin qedexekirin
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mitîgên Aştiyê ya 1ê Îlonê ku Hêzên Ked û Deokrasiyê dixwestin lidar bixin, li Êlih û Antalyayê hatin qedexekirin.
Di rûpela înternetê ya Walîtiya Êlihê de hat daxuyandin ku li Êlihê navbera 31ê Tebaxê-2ê Îlonê de hemû daxuyanîdayînên çapemeniyê re, mitîng, konvedan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.
Walîtiya Êlihê di daxuyaniya xwe de got ku ji ber êrişên bombeyî biryara qedexekirinê hatiye girtin.
Hêzên Kes û Demokrasiyê li Antalyayê jî hewl dida ku di 1ê Îlonê de li Parka Aydin Kanzayê saet 18:00an de mitînga aştiyê lidar bixe. Lêbelê Walîtiya Antalyayê jî di rûpela xwe ya înternetê ya fermî de daxuyand ku wan lidarxistina mitîngê qedexe kiriye.
Di daxuyaniya walîtyê de hat gotin ku roja 01.09.2016ê li her deverê bajêr lidarxistina hemû çalakî û civîn hatine qedexekirin.
(HY/NV/YO)
Hunermendên di grevê de, behsa greva birçîbûnê kirin
Girtiya nexweş li benda bersiva daxwaza xwe ya tehliyekirinê ye
Di 4ê Îlonê de wê li Bakirkoyê mitînga Aştiyê were lidarxistin
Rojnameger Kaya û Kizilkaya hatin girtin
149 nivîskar: Em li dengê Asli Erdogan xwedî derdikevin