Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihandin ku balafirên TSKê gundê bi navê Bir El-Kûsa [Jeb el-Kussa] ya girêdayê Cerablusê ku welatiyên sivîl lê dijîn bombebaran kirine.
#UPDATE Turkish bombardment kills 20 civilians in Syria, 50 wounded https://t.co/p8mZasXfGy
— AFP news agency (@AFP) 28 Ağustos 2016
AFPê di nûçeya xwe de got ku di encama bombebarana lê dijî welatiyên sivîl de 35 kesan canê xwe ji dest dan. Endamê Rêxistina Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a li Sûriyê Abdel Rahman ji AFPê re axivî û got: ‘Di encama bombebarana balafirên artêşa tirk a li dijî gundê El Kûsayê de herî kêm 20 welatiyên sivîl hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûne.’
Di wê nûçeyê her wiha hat gotin balafirên TSKê gundê Al-Amarneyê jî bimbe kirine û di encama wê êrişê de jî herî kêm 15 sivîlan canê xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûye.
ANFê bi nûçeyeke xwe ragihand ku balafirên TSKê gundên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bomberan kirine û di encamê de 20 welatiyên sivîl hatine qetilkirin. ANFê duh saet 14:00an de ragihand ku hejmara sivîlên kuştî gihiştiye 40an.
ANHA jî di nûçeya xwe de ragihand ku gund bi tank û balafirên şer ve hatiye bombekitin.
TSKê di 24ê Tebaxê de bi piştgiriya hêzên koalîsyonê ve li bajarê Cerablusê ya Sûriyê li dijî DAIŞê operasyon dabû destpêkirin.
TSKê navê wê operasyonê kiribû ‘Firat Kalkani’ û ji xeynî hedefên DAIŞê li dijî hêzên kurd (PYD-YPG-HSD) jî êriş pêk anîbûn. Du roj ewil (29ê Tebaxê) hêzên PYDê bi roketan li dijî 2 tankên TSKê êriş pêk anîbûn û di encamê de leşekerek hatibû kuştin.
(EA/YO)