Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
281 mexdûrên Qetlîama Roboskiyê bi hinceta mafên jiyanê û gelek mafên din hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan dan.
Derbarê qetlîama ku di encama bombebarandina balafiran de 34 kes hatibûn kuştin de, piştî ku Dadgeha Makeqanûnê serlêdan red kiribû hemû riyên hiqûqa navxweyî qediyabû.
Parlementerê Şirnexê ya HDPê Ferhat Encu ku di encama wê qetlîamê de 11 xizmên wî hatibû qetilkirin daxuyanî da bianetê û ragihand ku bi hinceta binpêkirina mafê jiyanê, tespîtnekirina sûcdaran û nedadkirina wan, serlêdan hatiye kirin.
“Armanca me ya sereke dadkirina sûcdaran e”
“Hemû neheqî û bêhiqûqiyên li dijî malbatên Roboskiyê hatine kirin di daxwaznameya serlêdanê de heye. Di wê daxwaznameya serlêdanê de 281 serlêder hene.’
Encu wiha got: “Em dixwazin ku berpirsên qetlîamê werin dadkirin û armanca me ya sereke jî ev e.”
Encu: Berpisê herî mezin hukimet e
Piştî ku Wezîrê Vejeniyê Berat Albayrak di axavrina xwe ya derbarê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de gotibû; ‘Ez wisa difikirim ku mijara Qilebanê (Roboskiyê) dîsa were rojevê” wisa dihat gotin ku eleqeya Cemaeta Gulen bi wê bûyerê heye.
Derbarê wan îdiyan de Ferhat Encu ji bianet’ê re wiha got:
“Çend sal derbas bû ji ser wê qetlîamê. A rastî armanca me ew bû ku berpirsên wê qetlîamê bi riya hiqûqa navxweyî werin dîtin û dadkirin. Lê ew yek mimkûn nebû. Berpirsê herî mezin ê wê qetlîamê AKP bi xwe ye.”
“Li komîsyona lêkolînê de jî parlementerên wan qetlîamê weke ‘xetayeke bêhemdî’ bi nav kirin û ji vala derxi,stina lêpirsînê û girtina dosyeya qetlîamê roleke mezin lîstin. Niha hukimet şerm nake û dixwaze xwe ji berpirsyariya wê qetlîamê xelas bike.”
Çi bûbû, li dadgehê rewş çawa bû? |
Di 28ê Kanûna 2011an de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di navbera gundên Roboskî û Bujehê de 28 jê ji heman malabatê bi temamî 34 kes di encama êrişên balafirên şer de hatin qetilkirin. 11 Hezîrana 2013an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosyeya Qetlîama Roboskiyê ku bi hinceta 'kuştina bi zanetî' de hatibû vekirin ji ber derveyî wezîfeya wan de ye şand e Dozgeriya Leşkerî ya Serekaniyê. Dozgeriya Leşkerî ya Serekaniyê di 7ê Çileya 2015an de biryar da ku ti şop an delîlên derbarê sûcên tê îdiakirin nehatiye dîtin û dosyeyeyê girt. Derbarê wê biryarê de parêzerên malbatên mexdûran îtiraz kir, lê ew îtiraza jî hate redkirin. Li ser vê yekê derbarê dosyeyê de serî li Dadgeha Makeqanûnê hat dayîn. Dadgeha Makeqanûnê li ser wê serlêdanê got ku belgeyên pêwist kêm in û xwest ku were temamkirin. Lêbelê di 24ê Sibata 2015an de dosye bi hinceta 'kêmasiyên di dosyeya serlêdanê di dema diyarkirî de nehatiye temamkirin' ji hêla Dadgeha Makeqanûnê ve hate redkirin.' |
(AS/YO)