Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li taxa Akdereyê ya navçeya Şahinbey a Dîlokê duh êvarê li dijî dawetek bi bombeyan êriş hat kirin.
Waliyê Dîlokê Ali Yerlikaya piştî teqînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: ‘Li taxa Akdereyê ya navçeya Şahinbey a Dîlokê duh êvarê êrişeke hovane pêk hatiye û di encamê de 30 welatiyên me canê xwe ji dest dane û 94 welatî jî birîndar bûne.
Walîtiyê saet 11:00an de daxuyand: Hejmara kuştiyan 50 ye
Walîtiya Dîlokê di saet 11:00an de daxuyaniyeke nû weşand û got:
“Di encama êrişa terorî ya 20êr Tebaxê de pêk hatibû de heta niha 50 welatiyên me canê xwe ji dest dane.”
Erdogan: 51 kesan canê xwe ji dest dan
Erdogan di saet 16:00an de li Stenbolê daxuyanî da rojnamegeran û got:
“Êrişa bombeyî ya li Dîlokê ji hêla xwekujeke 12-14 salî ve hatiye kirin. Ew kesên ku heta niha hatine tabûrcîkirin ne tê de niha 69 birîndar hene. Rewşa 17 ji wan giran e. Heta niha 51 kesan jî canê xwe ji dest dan.”
Bûk û zava jî birîn dar in
Hurriyetê ragihand ku bûk û zava yên bi navê Besna-Nurettin Akdogan jî rakirine nexweşxaneyê lê rewşa wanm baş e. Li gorî agahiyên rojnameyê ji hêla ‘xwekujek ve’ êriş hatiye kirin.
DİHA: Cenazeyên 50 kesan anîn tip edlî
Ajansa Anadolê yê êriş aghahiyê weke ‘êrişa terorî’ belav kir. Ajansa Nûçeyan a Dicleyê jî di nûçeya xwe ya saet 09:00an de got: ‘Cenazeyên 50 kesên k udi encama teqînê de canê xwe ji dest dane, anîn Saziya Tip a Edlîyê.’
Nasnameyên 41 kesan diyar bûn
Ajansa Nûçeyan a Doganê navên 41 kesên ku di encama teqînê de canê xwe ji dest dane eşkere kir. Di wê nûçeyê de hat gotin ku ji bo tespîtkirina nasnameyên 9 klesan jî xebat dewam dike.
Nasnameyên diyarkirî wiha ne:
Fatma Abdullah, Gurbet Akcan, Kamil Akdogan, Bunyamin Akdogan, Saliha Akdogan, Muhammet Alpaslan, İsmail Alpaslan, Muhittin Alpdogan, Ubeyit Alpdogan, Hasan Alpdogan, Kamile Ayhan, Nur Huriyet Ayhan, Metin Caner, Husam Cuma, Abdulhamit Çelikten, Suleyman Durak, Serhat Eryilmaz, Devran Eryilmaz, Emine Nisa Goren, Mirgin Gurbuz, Salih İlper, Yusuf İlter, Murat Kalay, Hakki Okur, Mehmet Ali Ozcan, Nergiz Ozcan, Kerem Ozer, Semanur Ozer, Mehmet Ali Taş, Devran Toruman, Osman Toruman, Vesile Toruman, Sinan Urtekin, Ahmet Urtekin, İbrahim Urtekin, Mehmet Urtekin, Muhammet Yagiz, Aliye Yagiz, Sureyya Yagiz, Orhan Yavuz ve Şukran Ayhan.
5 kes hatin definkirin
Ji wan kesên ku di encama êrişê de canê xwe ji dest dan cenazeyê Mehmet Ali Taş şandin navçeya Besniyê ya Sêmsûrê, cenazeyê Wesîle Uluhatun şandin navçeya Berwariyê ya Sêrtê û cenazeyê Metîn Caner jî şandin Wanê.
Cenazeyên Serhat Eryilmaz, Devran Eryilmaz, Emîne Nîsa Goren, Murat Kalay û Husam Cumayê welatiyê sûrî li Goristana Yeşilkentê hatin definkirin.
HDP: Ew êriş li dijî endamên partiya me hatiye kirin
HDPê derbarê wê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ew êriş li dijî endamên partiya me hatiye kirin. Di daxuyaniya HDPê de wiha gotin:
‘Ew êriş li jî endamên partiya me hatiye kirin û di encamê de zêdeyî jin û zarok gelek welatiyên me yên li salona dawetê hatin kuştin. Gelek birîndarên me hene. Em vê êrişê û zihniyeta ku piştgiriyê dide wan bi tundî şermezar dikin û neletê li wan tînin.”
Hat ragihandin ku Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag jî çûne Dîlokê.
Qedekirina weşanê
Walîtiyê ragihand ku weşandina hemû agahiyên derbarê êrişê de hatine qedexekirin.
KCDê şîna 3 rojan îlan kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê wê êrişê de daxuyaniyek da û şîna 3 rojan îlan kir. KCDê wiha got:
‘Duh êvarê li Dîlokê li taxa ku zêdeyî welatiyên kurd lê dijîn êrişeke bombeyî pêk hat û di encamê de bi dehan welatiyên me hatin qetilkirin û zêdetirî 10 welatiyên me jî birîndar bûn. Ew êrişa hovane ne tenê li dijî daweta wê taxê, li hemû gelê kurd hatiye kirin. Em wê êrişa li dijî dawetê bi tundî şermezar dikin û neletê lê tînin.”
Recep Akdag û Mehmet Şimşek çûn Dîlokê
Alîkarê Serokwezîrî û Parlementerê Dîlokê yê AKPê Mehmet Şimşek ji CNN Turkê re axivî û got: ‘Wisa tê texmînkirin ku ew êriş ji hêla xwekujek ve hatiye kirin.”
Şimşek û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag piştî wê êrişê çûn Dîlokê û li Nexweşxaneya 25 Aralik ya Dewletê birîndaran ziyaretkirin.
(HK/YO)