Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser deriyê rojnameyê ya hatiye mohrkirin pankartên "Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin" "Em di nobeta Ozgur Gundemê de ne" hatin daliqandin.
Rojnamegeran li civîna li ber avahiya rojnameyê de derbarê hejmara îro îro ku bi hevgirtî hat derxistin û rojeva heyî de axivîn.
Rojnamegeran piştî civînê bi awayekî komî li ber avahiyê wêne dan kişandin.
Nobeta li ber Ozgur Gundemê dewam dike.
Çi bûbû?
8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê di 16ê Tebaxê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ biryar da ku rojnameya Ozgur Gundemê were girtin. Herçiqas ku di wê biryarê de hat gotin ku girtin bi demkî ye jî, wextê wê dema girtinê nehat diyarkirin.
Piştî ku derbarê rojnameyê de biryara girtinê hat dayîn, çend saet şûnde tîmên taybet li Beyogluya Stenbolê avêtin ser avahiya rojnameyê. Polêsan piştî kontrolkirina GBTê hin rojnamegeran servbest berdan lê 22 rojnamegerên li Ozgur Gundemê hatin binçavkirin. Di nav wan rojnamgerên binçavkirî de 2 nûçegihanên DIHAyê û 2 nûçegihanên IMC TVê jî hebû.
Piştî wê serdegirtinê polêsan bi avêtin ser malên Berpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Eren Keskin, nivîskarên rojnameyê Ragip Zarakolu û Filiz Koçali û Asli Erdogan.
22 kesên binçavkirî duh (18ê Tebaxê) sewqî dozgeriyê hatin kirin û piştî îfadedayînê serbest hatin berdan. Berpirsê Weşana Giştî Zana Kaya, Mudirê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan hê jî binçavkirî ne.
(BK/YO)