Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Ozgur Gundemê piştî di 16ê Tebaxê de ji aliyê 8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ve hat girtin û 23 xebatkarên wê hatin binçavkirin dîsa bi manşeta "Em ê serî netewînin" derket.
Rojnameya Ozgur Gundem wekî kertafa Rojnameya Atilim bi hêjmarek taybet bi manşeta "Em ê serî netewînin" hat çapkirin.
Rojname ji 4 rûpelan pêk tê. Di rûpela yekem û duyemîn de zext û êrîşên li dijî rojnameya Ozgur Gundemê cihn digirin.
‘Hûn nikarin bêdeng bikin’
#BoyunEğmeyeceğiz manşetiyle bayilerdeyiz pic.twitter.com/iV19Df0RHG
— Özgür Gündem (@OzgurGundemGzt1) 17 Ağustos 2016
Di rûpela dawî de jî wêneyên xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin cih digire. Di nivîsa edîtor a destpêkê de jî hat diyar kirin ku bi tu awayî nikarin wan bedeng bikin.
Di nivîsa edîtor de wiha hat gotin:
Di 15ê Tîrmehê roja înê de leşkerên darbekar bi ser hin televîzyonan de girt. Lê êrîşa li dijî rojnameyê ev êrîşa darbekaran derbas kir. Ev hewldana darbeya sivîl tarbeya leşkerî derbas kir û bi ser avahiya navenda rojnameyê de girtin. Xebatkarên rojnameyê bi lêdanê hatin binçavkirin. Hemû alav û amûrên rojnameyê hatin talankirin. Wekî rojnameya Ozgur Gundem di temenê xwe yê 27 salan de gelek caran rastî van pêkanînan hatin. Me gelek darbeyên bi vî rengî dît. Em gelek caran rastî zextên bi vî rengî ku di bedstê dewletê hatin. Lê me ev bi bedelên mezin hemû êrîş derbas kirin. Rojnameya cara duyemîn bi darbeya sivîl a AKPê re rû bi rû ma. AKPê di 21ê Kanûna 2011an de şev nîvê şevê bi ser rojnameyê de girtin û 46 xebatkarên rojnameger girtin. Hemû bê hiqûq rehîn hatin girtin. Dozger û dadgerên wê demê pêvajo nîşan dabû. Berdevkê AKPê Bulent Arinç gotibû "Makîneya sûc" û piştre li dijî Ozgur Gundemê û xebatkarên çapemeniya azad êrîş pêk hatibû. Wê demê jî li dijî tevgera kurdan polîtikayên hilweşandinê hat dayîn û niha jî li dijî gelê kurd polîtîkaya hilweşandinê hatiye destêkirin. Der barê rojnameyê de bi dehan caran doz hatin vekirin, rojname hatin girtin. Li hemû gerînendeyê giştî yê Rojnameya doz hat vekirin. Niha AKP rê û rêbazan diguherîne. Dîsa bi ser avahiyên rojnameyê de digire û dixwaze rojnameyê bigire û dengê me qut bike. Me di 22ê Kanûna 2011an de got "Nikarin me bêdeng bikin" niha dîsa em dibêjin nikarin me bêdeng bikin. Bi nobeta nûçeyan û kampanya "Rojnamegerî ne sûc e" da destpêkirin. Piştgiriyek xurt hat dayin. Em spasiyên xwe ji hemû kesên ku di rojên teng de li me xwedî derketin pêşkêş dikin. Dîsa ji bo em van zextan bişkînin em bang li hemû dost û hogirê xwe dikin ku di nava piştevaniyê de bin. Em li diji hemû darbeyan rawestiyan, em dîsa li dijî hemû darbeyan serî bilind dikin û serî natewînin. Em dê her dem li dijî darbeya AKPê rawestin. Em bêdeng neman em dê bêteng neminin hûn nikarin me bêdeng bikin. |
(EA/YO)