Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku dadgehê biryar da û Ozgur Gundem hat girtin, polêsan duh ber bi êvarê avêtin ser avahiya rojnameyê û 23 xebatkarên rojnameyê bi îşkencekirinê hatin binçavkirin.
Herwiha polêsan di heman demê de duh avêtin ser malên nivîskara rojnameyê Filiz Koçali û Berpirsa Weşana Giştî ya berê Eren Keskin. Lê her du jî dema serdegirtinê li malên xwe nebûn.
Eren Keskin kî ye?
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Wê weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
Filiz Koçali kê ye?
Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Di hilbijartinên 2015an de ji Aydinê Bûbû namzeta parlementeriyê ya HDPêç
Di 22ê Çileya 1958an de li Stenbolê hatiye dinê.
Di kovarên Kadinca û Kimê de û li rojnameya Radikal û bianetê xebitî. Herwiha di rojnameyên Yeniden Ozgur Gundem, Sosyalist Demokrasiyê de gelek nivîsên wê hatin weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Sosyalist Feminist Kaktusê ye.
Piştî derbekirina 12ê Îlonê di nav tevgera mafên mirovan de cih girt. Wê demê bûbû rêvebira KMMê ya Şaxa Stenbolê.
Ji sala 1978an vir ve di nav tevgera jin de xebatan pêk tîne.
Ew yek ji damezirenera Partiya Azadî û Hevgirtinê ye. Piştre di damezirandina Partiya Sosyalist Demokrasiyê de jî cih girtiye.
(HK/EKN/YO)