Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên ku hatibû qetilkirin îro li Duhokê li Goristana Şaxkiyê hat definkirin.
Malbata Wedat Hisên, hevpîşe û hevalên wî û gelek welatî beşdarê merasîma cenazeyê bûn.
Hatibû revandin
Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di 13ê Tebaxê danê sibehê de li Duhokê ji hêla kesên nediyar ve hatibû revandin. Li gorî nûçeya Rojnewsê piştî ku Hisên hatibû revandin, di saetên nîvro de cenazeyê wî li ser riya Sêmêlê hatiye dîtin.
Rojnews: Ew gelek caran hat tehdîtkirin lê dîsa jî bajêr terk nekir
RojNewsê di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de got ku di bedena Hisên de dexmê îşkenceyê hatiye dîtin. Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku Wedat Hisên beriya niha ji hêla Parastinê (Saziya îstixbaratê ya Herêma Kurdistanê) ve hatiye binçavkirin û gef lê hatiye xwarin.
Di daxuyaniya RojNewsê de wiha got: ‘Wedat gelek caran ji hêla asayîşa Duhokê ve hat tehdîtkirin lê dîsa jî wî bajêr terk nekir. Ew êrişa li hemberî hemû rojnamegeran hatiye kirin. Divê sûcdar demildest werin dîtîn û dadkirin.’
Derbarê qetilkirina Wedat Hisên de li Silêmaniyê jî daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Nûnerê Navenda Parastina Mafê Rojnamegeran, Çêtir Medya û Tevgera Azadiyê ji beşdarê wê civîna çapemeniyê bûn.
Salah Xidir metna daxuyaniyê xwend û got ku Wedat Hisên bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Xidir ragihand ku hêzên asayîşa Duhokê Wedat Hisên tehdît kiriye û xwestine ku ew bajêr terk bike.
Gelek siyasetmedar û rêxistinên çapemeniyê qetilkirina Hisên şermezar kir
Gelek siyasetmedar û rêxistinên çapemeniyê qetilkirina Wedat Hisên şermezar kir û di daxuyaniyên xwe de gotin ku kuştina rojnamegeran kuştina civakê bi xwe ye, divê her kes bertek nîşanî vê yekê bide û xwestin ku ji bo dîtina qetilkarên Hisên her kes têbikoşe.
Derbarê qetilkirina Hisên de Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC), Sendîqeya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê, Kurd PEN jî daxuyanî dan. Di wan daxuyaniyan de hat xwestin ku Partiya Demokrasiya Kurdistanê qetilkaran derxîne holê.
Her wiha YNK, Goran, Tevgera Îslamî, Komeleya Îslamî û Yekgirtû jî bi daxuyaniyeke hevparî qetilkirina Wedat Hisên şermezar kirin.
Birayê wî: Parastinê çend roj ewil îfadeya birê min girt
Birayê Wedat Hisên yê bi navê Mezher Hisên jî got: ‘Asayîşa Duhokê çend roj ewil gazî birayê min kirin û îfadeya wî hildan. Ev yek rewşeke bi guman e.’
Wedat Hisên kî ye?
Wedat Hisên di sala 1988an de li Geverê hatiye dinê. Malbata wî di sala 1991an de koçî Herêma Kurdistanê kirine. Ew jî li Duhokê mezin bûye.
Hisên piştî ku ji Zanîngeha Hewlêrê destûr girtiye, 2.3 ewil li RojNewsê dest bi nûçegihantiyê kiriye. Hisên di 13ê Tebaxê de ji wesayîta xwe hate peyakirin û çend saet şûnde li nêzî Duhokê cenazayê wî hate dîtin.
Me di vê nûçeyê de agahiyên ANF, RojNews û Ozgur Gundemê bi kar anîn.
(EA/YO)